Li Xurmatû şerekî dijwar diqewime
Li Xurmatû şerê duh bi şev saet di 00:30 de di navbera pêşmergeyan û milîsên Şîa Heşd El Şebî destpê kir, danê vê sibehê li gelek herêmên bajêr belav bû.
Li Xurmatû şerê duh bi şev saet di 00:30 de di navbera pêşmergeyan û milîsên Şîa Heşd El Şebî destpê kir, danê vê sibehê li gelek herêmên bajêr belav bû.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, di navbera hêzên pêşmergeyan ên ser bi fermandarê YNK'yî Mahmûd Sengavî û hêzên Hizbî Dawa yê di nava Heşd El Şabî de şerekî dijwar diqewime. Şerê nîvê şevê saet di 00:30 de destpê kir, heta ber destê sibehê dewam kir. Danê sibehê ev şer dijwartir bû.
Ji gelek herêmên bajêr dengê çekan tê. Hat ragihandin, di vî şerî de çekên giran ên topên hawanê û doçka jî tên bikaranîn.
Şerê destpêkê roja 11'ê Mijdara 2015'an li bendeke kontrolê ya pêşmergeyan di navbera her du aliyan de rû dabû û di encamê de 2 milîs hatibûn kuştin, kesek jî birîndar bûbû. Piştî ku bûyer hat bihîstin şer li navenda bajêr destpê kir û di şerê bi rojan di navbera Kurdan û Tirkmenên Şîa qewimî de bi dehan kes hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn û gelek kargeh û mal hatin şewitandin.
Her çend bi rêya hevdîtinan ev şer hat sekinandin jî, bajar weke taxên Kurdan û taxê Tirkmenan bû du parçe. Dihat zanîn ku ev demeke aliyan amadekarî ji bo şer dikirin.