Polîtîkaya tinekirina gelê Ermenî li Mereşê dewam dike
Serokê Komeleya Dostaniya Elewiyan û Ermeniyan a Dêrsimê Serkan Sarîataş da xuyakirin ku ji sala 1915'an heta roja îro ti tişt neguheriye û destnîşan kir, ku divê Komîsyona Rûlihevhatina Heqîqetan bikeve dewrê.
ANF
DÊRSIM
yekşem, 24 avrêlê 2016, 07:00
Di ser qirkirina Ermeniyan re 101 sal derbas bûn. Serokê Komeleya Dostaniya Elewiyan û Ermeniyan a Dêrsimê Serkan Sarîataş da xuyakirin ku ji sala 1915'an heta roja îro ti tişt neguheriye û destnîşan kir, ku divê Komîsyona Rûlihevhatina Heqîqetan bikeve dewrê.
Serokê Komeleya DERADOST Serkan Sarîataş diyar kir, beriya niha bi 101 salan, ji bo cih û warên Ermeniyan bên valakirin û çanda li vê derê bê tinekirin ji herêmên cuda mirov li vê derê hatine bicihkirin.
Sarîataş da xuyakirin, ku ev civakên ji derve hatine anîn li herêmên Ermeniyan kaos derxistine, li dijî vê kaosê Ermeniyan xwe parastine û got, "Ya ku piştre qewimî jî weke bêasayîşî hat nirxandin û bi vê rewşê ve xwe gihandin armanca dixwestin. Ermeniyan di sala 1915'an de li dijî polîtîkayên qirkirinê li ber xwe dan, lê belê wê demê nifûsa temamiya Tirkiyeyê 15 mîlyon bû û di encama polîtîkaya qirkirinê de 1,5 mîlyon Ermenî hatin qetilkirin. Nifûsa îro ya Ermenîstanê 3 mîlyon e, nifûsa Tirkiyeyê jî bûye 78 mîlyon. Ev rewş bi xwe rûyê polîtîkayên qirkirinê radixe pêş çavan."
'RÛLIHEVHATINA HEQÎQETAN'
Sarîata ragihand, polîtîkayên qirkirinê îro jî dewam dikink û got, "Komên selefî bi vê armancê ji Sûriyeyê tên. Selefiyên îro ji Sûriyeyê tên anîn, ji bo heman armancê tên anîn. Ev polîtîka îro li Mereşê bi cih tê anîn. Çawa ku xwestin cih û warên jiyanê yên gelê Ermenî tine bikin, îro jî bi komên selefî re dixwazin cih û warên civaka Elewî ya Kurdan tine bikin. Em dizanin, ji bo komên selefî li navçeyên Pulur û Çemîşzgezek ên Dêrsimê jî xebat tên meşandin. Ji bo tinekirina qadên jiyanê yên gel heman polîtîka îro li Kurdistanê tê meşandin. Li Kurdistanê zarok, extiyar tên qetilkirin. Hemû zindî tên qetilkirin. Her tiştên dilivin dibin hedefa tankan. Ev yek dek û dolabên ji bo tinekirinê ne, polîtîkayên înkarê ne, ku îro hînê dewam dikin. Lewma bi Komîsyona Rûlihevhatina Heqîqetan re dikare pêşî li vê were girtin."