BI DÎMEN

YRA çalakiya xwe ya li sînorê Qamişlo-Nisêbînê berdewam dike

Çalakiya nobedê ya di pêşengtiya Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava (YRA) ya li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê dewam dike.

Çalakiya nobedê ya di pêşengtiya Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava (YRA) ya li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê bi şîara ‘Ji bêdengiyê re na’ dewam dike.

Çalakvan belgekirina êrîşên qetilkirinê yên hêzên rejîma AKP’ê ya li ser navçeya Nisêbîn a Mêrdînê didomînin. Îro rojnamevanên Rojava careke din belgeyên sûcwarî yên êrîşên AKP’ê ku li hember Nisêbînê didomîne, bi dîmenan tomar kirin. Çeteyên AKP’ê malên welatiyên sivîl bomberdûman dikin.