Kulîlkên li Dêrsimê bi biryardarî şîn dibin
Li Dêrsimê, operasyon û bomberdûmana li herêmên 'qedexekirî' dewam dikin. Tevî vê yekê kulîlkên li van herêman mîna biryardariya jiyanê ya gelê herêmê, bi israr şîn dibin.

Li Dêrsimê di bin navnê 'Herêma Ewlekariyê' de 11 herêm ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin û destûra çûn û hatina van herêman nayê dayîn. Ev herêmên hatine 'qedexekirin', li rêwîtiya zozanan a Şavakiyan jî hatine girtin.
Di nava herêmên hatine 'qedexekirin' de li taxa Koçlû, çemên Balî, Kûrûtlû, Kûtûdere, Golzek/Spertek, Roşnek û Dere Leç ên ser bi navenda bajêr, Karadere, Salderesî-Pîşkîktaşi yên navçeya Pulurê, daristanên Kînzîr ên navçeya Xozadê û li herêma Kayalitepe ya navçeya Qisleyê operasyon û veguhastina leşkerî bênavber dewam dikin. Li van herêmên tên bombekirin, kulîlk bi biryardarî şîn dibin. Mîna gelê herêmê nîşan dide, ku di jiyanê de ew bi biryar in.