Fermandarê pêşmergeyan Şaklaweyî jiyana xwe ji dest da
Şerê li Xurmatû bi dijwarî dewam dike. Di vî şerî de fermandarê pêşmegeyan tûggeneral Sîrwan Şaklaweyî û pêşmerge Rayîd Ebdullah Qasim jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ji milîsên Heşd El Şebî jî 10 kes mirine, 15 jî birîndar bûne.
ANF
KERKÛK
yekşem, 24 avrêlê 2016, 10:26
Li gorî agahiyan, hêzên Heşd el Şebî ji taxa Rizgarî ya ku şer lê destpê kir hatine derxistin. Şer niha li herêma nexweşxaneya Xurmatû, avahiya PDK'ê ya navçeyê û Komîteya Partiyê ya YNK'ê lê ne, giran bûye. Hat ragihandin, Hêzên Reş ên ser bi YNK'ê û gel li dijî Heşd El Şebî şer dikin.
Tê gotin, hêzên Heşd El Şebî hewl didin ji navçeya Izemê hêzên xwe bigihîne Xurmatû, lê belê pêşmergyeên ser bi Tûgaya 16. ên ji bo ewlekariyê dor li navçeyê girtine, nahêlin hêzên milîs derbasî navçeyê bibin.
Hat ragihandin, şerê ku duh qewimî, piştî ku milîsên Heşd El Şebî bombeya destan avêt cihekî ji fermandarên pêşmegeyan Goran Gewher jî lê bû, destpê kiriye.