Li Nisêbînê şer û bomberdûmana dijwar

Li Nisêbînê, berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê di roja 42. de ye. Wesayîtên zirxî yên li ser xeta sînor bi cih bûne, bombeyan li gel dibarînin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, berxwedana xwerêveberiyê di roja 42. de ye. Şerê ku tevahiya şevê bi dijwarî qewimîn, danê sibehê jî dewam kir.

Maşînên zirxî yên li ser xeta sînor a Qamişlo-Nisêbînê bi cih bûne, bombeyan li taxên Kişla û Zeynelabîdîn (Kanîka) dibarînin.

Ji ber teqînên dijwar, li gelek kargeh û malên li van taxan xisar çêbû.

Di ser kolana Cûmhûriyetê re gelek wesayîtên zirxî derbasî nava navçeyê dibin. Ji navçeyê dengî çekan û teqînan tê.