Li Qilabanê 8 cerdevanan îstifa kirin

Li taxa Repîn a Qilabanê, 8 cerdevanên nexwestin tevlî operasyonên qirkirinê bibin, çeka dewletê danîn û îstifa kirin.

Li taxa Repîn a Qilabanê ya Şirnexê, 8 cerdevanên nexwestin tevlî operasyonên qirkirinê bibin, çeka dewletê danîn û îstifa kirin.

Hat diyarkirin ku cerdevanên ku îstîfa kirine rastî gefa  Fermandariya Jendermeyan a navçe hatine.

Cerdevanan diyar kirin ku gef timî li wan hatiye xwarin, lê belê ew ê ti carî li hemberî gelê xwe şer neke.

Ev gefên li hemberî cerdevanan jî nîşan dide ku çeteyên Qesrê li Şirnexê tengav bûne.