Konferansa Aştiyê li Amedê destpê kir

Navenda PEN a Tirkiyeyê û Navenda PEN a Kurd, bi desteka PEN a Navneteweyî li Amedê Konferansa Aştiyê lidar dixin.

Navenda PEN a Tirkiyeyê û Navenda PEN a Kurd, bi desteka PEN a Navneteweyî li Amedê Konferansa Aştiyê lidar dixin. Konferansa ku wê 2 rojan dewam bike li Salona Yekîtiya Odeyên Sanatkar û Esnafan a Amedê bi axaftina vekirinê ya Seroka PEN a Tirkikyeyê Zeynep Oral, Serokê PEN a Kurd Şehmûz Sefer, Alîkarê Serokê PEN a Navneteweyî Eûgene Schoûlgîn, Serokê Komîsyona Aştiyê ya PEN a Navneteweyî Tone Persak û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli destpê kir. Li salona konferansê panartên bi nivîsa "Aştî çawa û ji bo kê" yên bi zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hatin daliqandin.

Serokê PEN a Kurd Şehmûz Sefer di destpêka konferansê de mafê axaftinê wergirt, bal kişand ser rewşa li welêt û herêmê û girîngiya konferansê destnîşan kir. Sefer got, "Em qada aştiyê ya zarokan xera dikin. Rerya herî pîroz pêkanîna aştiyê ye. Em dipirsin; ji bo kê aştiyeke çawa. Em li ser navê mirovaniyê, aştiyê temsîl dikin. Divê em dengê xwe bilind bikin. Divê em aşiyê bixwazin. Girîng e mirov bi çand û zimanê xwe bijîn. Ez dixwazim bi mafên xwe yên pê ji dayik bûme, bijîm. Di nava mercên aştiyeke bi rûmet de ev pêk tên. Pêwîste em nehêlin ti kes li pêşiya vê daxwaza me ya aştiyê bibe asteng. Eger em ê di nava aştiyê de bijîn, şert û merc ji vê re divê. Hewce ye hemû rêxistinên civakî û civak bi xwe, bi dengekî bilind vê bilêv bike. Li vî welatî trajediyeke mezin rû dide. Akademîsyen, rojnamevan tên girtin. Divê em destûrê nedin rûdana van trajediyan."

'DEWLET NIKARE BI ŞÎDETÊ PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE'

Seroka PEN a Tirkiyeyê Zeynep Oral jî got, "Ev rojên niha, salên 90'î jî li dû xwe hiştiye. Ez ê ji gotina yên dibêjin 'em hatin xapandin, me pê nizanîbûn' bawer nekim. Li gorî min, yên ku gotibûn 'têrê nake, lê erê' sûcdar in. Di pêvajoya diyalogê di sala 2013'an de destpê kir, mirin kêm bû. Ji aliyê çareseriya siyasî ve gavên girîng hatin avêtin. Di 28'ê Sibatê de li Dolmabahçeyê daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Di 7'ê Hezîranê de derbasbûna HDP'ê ji bendê, hewldanên ji bo avanekirina hikûmetê û hilbijartina bi zorê hat lidarxistin. Li 7 bajar û 22 navçeyan qedexeya derketina derve. Bandora van qedexeyan li ser 1,5 mîlyon mirovan. Ji 15'ê Tebaxê û vir ve 338 mirovan jiyana xwe ji dest dan. 78 jê zarok, 69 jê jin in. Encam; welat veguherî gola xwînê."

Oral da xuyakirin, ku jiyana di nava aştiyê de, di nava azadiyê de pêkan e û got, "Lê em ê heta kengî bisekinin? Gelo, ji bo were fêmkirin şer ne çareserî ye, divê hînê çend kes bimirin, çiqasî rondik bibarin? Ne şîdeta dewlet, ne jî şîdet bi xwe çareserî nîne. Dibe ku piştî deh salan jî be, çek bêdeng bibin, lê çima ne îro? Ji bo em bersivê ji vê pirsê re bibînin, em îro li Amedê ne. Ji bo em daxwaza xwe ya aştiyê ji tevahiya cîhanê re ragihînin, em li vir in."

'MIROV AŞTIYÊ JI DIL HÎS DIKIN'

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî bibîr xist, ku Mezopotamya cihê di dîrokê de yekemîn xwîn lê hatiye rijandin e û got, "Cihê ku bira bira dikuje ye. Cihê yekemîn peymana nivîskî Peymana Kadeşê lê hatiye nivîsandin e. Di nava vê dîroka me ya 10 hezar salî de têlikiiyên me, malên me, cih û warên me di nava komkujî, êş û azarê de derbas bûye. 24'ê Nîsanê salvegera qirkirina Ermeniyan e. Em êşa Ermeniyan parve dikin. Em Kurd jî hesab didin. Di nava xwe de hesabê vê didin. Ji ber vê yekê dîrok û cih girîng e. Eger xwedîderketina li Sûrê çêbûbe, çavkaniya vê dîroka wê ye. Mafê kesî nîne Sûrê û vê xakê bixe vê rewşê."

Anli bal kişand ser komkujî û hovîtiya li Sûrê hatiye kirin û got, "Ev yek li pêş çavên me hemûyan hat kirin. Em hemû sûcdar in. Ti ji me bêguneh nîne. Şer tiştekî nebaş e Herî zêde mexdûrên şer bi vê rastiyê dizanin. Mirova ancax ji dil aştiyê hîs bikin."

'JI BO AŞTIYÊ DIVÊ EM BI BERPIRSYARIYA XWE RABIN'

Alîkarê Serokê PEN a Navneteweyî Eûgene Schoûlgîn jî got, "Mirian mirovan tê wateya dûrketina ji aştiyê. Weke nivîskar, ji bo pêkhatina aştiyê divê em bi berpirsyariya xwe rabin. Ji bo em kar û barên xwe yên di vî warî de destnîşan bikin, em îro li vir in. Divê ji bo aştiyê em bi hev re bin. Yê ku dijmin dafirîne Erdogan bi xwe ye. Ji bilî wî kes dijmin nafirîne. Dema ev tê gotin jî, pê dêşe. Lê ez tişta difikirim bilêv dikim. Me Kurd ji bîr nekirine. Haya me ji qewimînên li Kurdistanê heye. Di çapemeniyê de tê nîşandan." Schoûlgîn da xuyakirin ku pêkanîna aştiyê zehmet e, lê divê ji bo bi ser xistina vê, ew hemû bikevin nava hewldanan.

Herî dawî Serokê Komîsyona Aştiyê ya PEN a Navneteweyî Tone Persak peyivî û got, "Eger hurmet li azadiyê neyê nîşandan, aştî jî ti carî nayê."

Konferans piştî axaftinên vekirinê bi xwendina nameya aştiyê ya hevsera Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî Turkan Elçî dewam kir.