Li Qamişlo agirbest hat îlankirin

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava, destnîşan kir ku wan li ser hewldanên rûsipiyên herêmê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Qamişlo agirbest îlan kirine.

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava, destnîşan kir ku wan li ser hewldanên rûsipiyên herêmê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Qamişlo agirbest îlan kirine, lê ger ku hewldanek provokasyonê yan jî binpêkirina agirbestê çêbibe, ew ê bersivek tund bidin.

Rêveberiya Gîştî ya Hêzên Asayîşa Rojava der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku wan ji îro ango 22’ê Nîsanê seat 15.30’an ve agirbest îlan kirine.

Daxuyaniya Asayîşê wiha ye:

“Li ser hewldana hêzên rejîmê ya derxistina tevlîheviyê, destwerdana karûbarên hundirîn ên gelê herêmê, girtina ciwanan bi darê zorê û birina wan a leşkeriyê, biçekkirina sivîlan û sorkirina wan li hemberî hevûdu, bajarê Qamişlo ji 19’ê Nîsanê ve rewşa pevçûnê dijî. Nêzikatî û polîtîkayên rejîmê diyar dikin ku rejîm hîna di polîtîkayên xwe yên sedema serhildana gelê Sûriyeyê de bi israr e. Rejîmê xwest ji encamên Cenevre-3 û hebûna agirbesta Sûriyeyê sûdê bigire. Lewra di serî de dewriyek hêzên me hedef girt û di encamê de 3 endamên me şehîd xistin. Li aliyê din hin ciwanên herêmê jî girtin.

Me jî weke hêzên Asayîşa Rojava diviyabû erka xwe ya parastina ewlehî û aramiya gel û herêmê bi cîh bînin û mudaxele bikin.

Di encama mudaxeleyê de şer û pevçûn li herêmê derketin. Di encamê de êrîşên hêzên rejîmê hatin şikandin û planên wan ên ku li herêmê fitneyê derxînin hatin têkbirin. Her wiha di van pevçûnan de, bi alîkariya şervanên YPG’ê girtîgeha navendî ya Qamişlo ku sembola teror û hovîtiya rejîmê bû û gelek deverên din ji hêzên rejîmê hatin rizgarkirin.

Dîsa di encama van pevçûnan de 3 şervanên YPG’ê, 7 endamên Asayîşê û 17 sivîl jî ji ber topbarana rejîmê ya li hemberî taxên sivîlan, şehîd ketin.

Li aliyê din bi piştgiriya yekîneyên YPG’ê hêzên me 31 endamên hêzên rejîmê kuştin, 102 kesên din jî dîl girtin û hemû girtiyên di girtîgeha rejîmê de jî berdan.

Li ser hewldanên rûspî û serokeşîrên herêmê û banga wan a seknandina pevçûnan, em ji raya gîştî re radigihînin ku me ji îro ango 22’yê Nîsanê seat di 15.30’an de agirbest îlan kiriye. Bi vê agirbestê re aliyên navbeynkar ku banga agirbestê kirin wê ji bo çareserkirina aloziyê bi şêwazên guncaw bixebitin. Lewra heta dîtina rêbazek guncaw ku ewlehiya şêniyên herêmê ji kiryarên terorîst ên rejîma Sûriyeyê biparêze, em ê ji aliyê xwe ve agirbestê biparêzin.

Lê belê eger me hewldanek bikaranîna xelet a vê agirbestê û provakasyonê ferq kir, em ê bersiva guncaw bidin û ew ê bersiva me jî ji bersiva yekemîn girantir be.

Dîsa em bang li gelê xwe dikin ku heya wê demê haydar û bi ruhek berpirsyar tevbigere.

Em li hemberî bîranîn hemû şehîdan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin û sersaxî ji malbatên wan re dixwazin. Her wiha soza şopandina riya wan heya pêkanîna armanca wan nû dikin û şîfaya xêrê ji birîndaran re hêvî dikin.

Hemû keda ku gel û şehîdên me ji bo bidestxistina van deskeftiyan dan ew ê vala neçe. Em ê bi hemû hêza xwe deskeftiyên şoreşê biparêzin û xwedî lê derkevin. Di dawiyê de em berxwedana gelê xwe yê qehreman li Qamişlo û bi taybet Hêzên Parastina Civakî (HPC) silav dikin.”