Bilançoya şerê Qamişloyê: Rejimê 23 kesên sîvîl qetil kir

Di êrîşên hêzên rejîmê yên li ser gelê sivîl ê li bajarê Qamişlo de, heta niha 23 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 68 jî birîndar bûn.

Cîgirê Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Silêman Ehmed der barê êrîşên hêzên rejîma Baas û pêxasên wê yên li ser gelê sivîl ê Qamişlo de agahî dan ANHA’yê.

Li gorî agahiyên Silêman Ehmed, di êrîşên ji 20’ê Nîsanê ve didomin de, 23 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 68 jî birîndar bûn.

Piraniya welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne jî, bûne hedefa guleyên sekvanan an jî topên hewanan. Her wiha piraniya wan jin û zarok in.

Welatiyên birîndar jî li nexweşxaneyên Qamişlo, Amûdê û Dêrikê têne dermankirin. Navên nexweşxaneyan û hejmara birîndaran wiha nee:

Nexweşxaneya Selam a Qamişlo: 15

Nexweşxaneya Şehîd Xebat a Qamişlo: 26

Nexweşxaneya Ferman a Qamişlo: 15

Nexweşxaneya Darî Şîfa ya Qamişlo: 1

Nexweşxaneya Amûdê: 7

Nexweşxaneya Niştimanî ya Dêrikê: 4

Rayedarên nexweşxaneyan diyar kirin ku rewşa hinek birîndaran giran e û derfetên wan ê dermankirinê jî kêm in.