Dadgeriya Qesrê 20 kesên din girt

Li Mûş, Edene û Şirnexê operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li Mûş, Edene û Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin û 20 kes jî hatin girtin.

MÛŞ

Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar jî di nav de 35 kesên berî du rojan di serdegirtinên malan ênl i navenda Mûşê, navçeyên Dêrxas û Kopê hatin binçavkirin, piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr sewqî Edliyeya Mûşê hat kirin. Dozgerê Tirk piştî wergirtina îfadeyê 35 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji bo girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgeha rejîma Tirk jî, Yaşar di nav de 15 kes bi heman îdîayê girt û şand Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

Kesên hatine girtin ev in: Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar, endamê Meclîsa Şaredariyê Zafer Sonmez, endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê DBP'yî Seyîthan Akkaya, Hevserokê Bajarokê Yoncali yê HDP'yî Tahîr Agcan, Mûhsûn Sûna, Veysî Kaya, Seyîthan Kaya, Zulfîkar Gunduz, Zahîr Yureklî, Fesîh Akdenîz, Cemîl Akdenîz, Mûharrem Ozbent, Celal Koçkar, Orhan Çarikçi û Mehdî Kizilsoy.

EDENE

Li Edeneyê, polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhanê. Di serdegirtinê de gelek kes hatin binçavkirin û hat hînbûn ku yek ji binçavkiriyan Yûnûs Gezer e. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyete ya Edeneyê.

ŞIRNEX

Li taxa Cûdî ya navçeya Şirnex Silopiyayê, xebatkarê Şaredariya Silopiyayê Mûhyettîn Mete û kurê wî Hasan Mete yên duh hatin binçavkirin, piştî lêpirsîna li TEM'ê sewqî dadgeriyê hatin kirin. Bav û kur piştre bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji bo girtinê radestî dadgehê hat kirin. Dadgeha Tirk jî ew girt û şand Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.

Di serdegirtinên li malan ên li Cizîrê de jî ji 5 kesên hatin binçavkirin Ferîde Benzer, Zîlan Tetîk û Zeytîn Akman bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.