YPS: 5 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Di çalakiyên li Şirnex û Nisêbînê de, bi qasî ku hatine tespîtkirin 5 çeteyên Qesrê hatin kuştin û derb li tankekê hat xistin.
Di çalakiyên li Şirnex û Nisêbînê de, bi qasî ku hatine tespîtkirin 5 çeteyên Qesrê hatin kuştin û derb li tankekê hat xistin.
Kordînasyona Giştî yıa YPS'ê li ser çalakî û şerê diqewime de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
ŞIRNEX
"Roja 20'ê Nîsanê, li taxa Cûmhûriyetê di encama lêdana yekîneyên me de 3 polîsên tevgera taybet (POH) hatin kuştin. Heman rojê 1 balafireke keşfê drone hat xistin. Çeteyên Qesrê ev 3 roj in hewl didin bikevin nava taxê, lê li pêşberî berxwedana yekîneyên me ji neçarî xwe vedikişînin.
Tankek hewl dida bikeve nava taxa Îsmet Paşa bû hedefa yekîneyên me û di encamê de bi lêdana derbeke xurt tankê xwe vekişand. Her wiha balafireke drone hat xistin.
Li taxa Gazî Paşa ev 2 roj in şer bi dijwarî diqewime.
Li taxa Yenî jî bomberdûmana bi tank û hawanan a ji aliyê çeteyên Qesrê ve tê kirin ev 2 roj in dewam dike.
Li taxa Bahçelîevlerê, kepçeyeke zirxî ya hewl dida li aliyê wargehê mewziyeke tankê çêbike, bû hedefa yekîneyên me YPS'ê. Di encama çalakiyê de endamekî jendermeyên tevgera taybet (JOH) hat kuştin. Kepçeya derb xwar jî neçar ma xwe vekişîne. Li heman taxê, kepçeke din a zirxî xwest ji rêya navendî bikeve nava taxê û di encama lêdana hêzên me de wê jî xwe vekişand. Li taxa Bahçelîevlerê, çeteyên Qesrê bi obus, hawan û tankan êrîşê dikin.
Roja 19'ê Nîsanê endamekî me yê YPS'ê şehîd ket. Nasnameya wî wê piştre bê eşkerekirin.
NISÊBÎN
Roja 19'ê Nîsanê saet di 11:00 de kepçeyek dixwest bikeve nava taxa Koçera bû hedefa çalakiya sabotajê ya yekîneyên me û di encamê de îmha bû.
20'ê Nîsanê saet di 11:30 de maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra ya dixwest bikeve nava taxa Alîka bû hedefa roketên yekîneyên me. Di encamê de derb lê ket û neçar ma xwe vekişîne. Heman rojê saet di 11:00 de li ser rêya Çaxçaxê, bi roketan derbeke xurt li tankekê hat xistin ku hewl dida bikeve nava taxê. Tanka derb xwar, ji neçarî vekişiya. Heman rojê saet di 15:00 de komek ji endamên JOH'ê bi maşîneke zirxî ya Kobra û kepçeyeke zirxî bûn hedefa yekîneyên me yên YPS'ê. Her du maşînên derb xwarin ji neçarî xwe vekişandin. Di heman saetê de endamekî POH ê li ser avahiyekê bû, hat kuştin.
Nasnameya endamê me yê 18'ê Nîsanê li taxa Şehîd Gelhat şehîd ket, bi vî rengî ye:
Azad Şoreş / Zekî Adiyeke / Dayik: Vasfiye – Bav: Lokman / Cihê ji dayikbûnê: Nisêbîn"