Bartin ê YPS’yî ber bi rêwîtiya dawî hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPS’ê Talîp Bartin ê di berxwedana xwerêveberiyê ya li Geverê jiyana xwe ji dest da, tevî dorpêçkirina bajêr jî bi girseyî hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPS’ê Talîp Bartin ê di berxwedana xwerêveberiyê ya li Geverê jiyana xwe ji dest da, tevî dorpêçkirina bajêr jî bi girseyî hat oxirkirin. Bav Reşît Bartin di merasîmê de got: “Heta em bijîn, ta em rûmet û namûsê di dilê xwe dijîn, em ê li ber xwe bidin.”

Cenazeyên şervana YPS-JIN’ê Evîn Akçelîk (Nûda) û şervanê YPS’ê Talîp Bartin (Ronî Îslam) ê di berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Gever a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dan û piştî li Saziya Tiba Edlî ya Erziromê ji aliyê malbatan hatin teşxîskirin û wergirtin, ber bi navçeyê ve derketin rê. Di  rê de li Qereqola Jendermeyan a Yenîkopruyê hate rawestandin. Cenazeyê şervanê YPS’ê Bartin demekê li vir hate rawestandin, piştre li gundê Qadyanê bi konvoyek bi dehan wesayîtan hate pêşwazîkriin, ji ser rêyek gund anîn gundê Civyanê. Bi sedan kesên ji gundên ji derdora hatin jî li pêşiya mizgefta gund bi dirûşme û tîlîliyan cenaze pêşwazî kir.

Darbesta Bartin piştî wecîbeyên olî, bi ala PKK’ê rapêçan, siniya hineyê li ser hate danîn. Piştre girseyê darbest danîn ser milên xwe û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” ve ber bi goristana gund ketin rê. Bi lorikên jinan demên hestiyar hatin jiyîn, cenazeyê Bartin bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana YPS’ê” ve hate definkirin.

Piştî definkirinê, bavê şervanê YPS’ê Bartin, Reşît Bartin axivî, wiha got: “Serê tevahî malbatên di vê oxirê de canên wan şehîd ketiye, serê me hemûyan sax be. Bila serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sax be. Bila serê gelê Kurd ê bi şeref û namûs sax be. Em ne bi tenê ne, şikur be, tevî hemû astengî û zehmetiyan jî gelê me dîsa li cem me ye. Heta em bijîn, ta em rûmet û namûsê di dilê xwe dijîn, em ê li ber xwe bidin.” Piştî vê axaftina bi dirûşmeyan hate destekkirin, girse li gundê Qadyanê derbasî mala sersaxiyê bû.

BERXWEDÊRA YPS-JIN’Ê AKÇELÎK BIRIN GUNDÊ WÊ

Cenazeya şervana YPS-JIN’ê Evîn Akçelîk (Nûda) a di parastina Geverê de jiyana xwe ji dest da, piştî di nuqteya têketina bajêr ya li zîviroka Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê de bi awayekî kêfî 2 saet û nîvê hate rawestandin, ji ser Cadeya Îpekyolûyê birin navenda bajêr. Akçelîk wê li gundê Şahê ber bi rêwîtiya dawî were oxirkirin.