Ji Wanê banga piştgiriya ji bo Geverê

Rêxistinên HDP û DBP’e yên Wanê bi daxuyaniya çapemeniyê bang li gelê Wanê kirin ku hevgirtina xwe bi gelê Geverê re xurt bikin.

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Wanê ji bo balê bikişînin ser dorpêç û êrîşên tevkujiyê yên li Geverê li Parqa Feqiyê Teyran daxuyaniya çapemeniyê dan. Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokê Rêxistina HDP'a Wanê Metîn Kûtaz hate xwendin û diyar kir ku dewlet li Geverê komkujiyê wek fîlmê Holywoodê nîşan dide û ji bo vê jî li ber qamerayan avahiyan dirûxîne.

Kûtaz anî ziman ku dixwazin bi komkujiyan gelê Kurd bitirsînin û got "Çawa ku di salên 1990'î de me jiyan parast, niha jî em ê jiyanê biparêzin." Kûtaz bi van gotinan banga piştgiriyê li gelê Wanê kir: "Bila gelê Wanê her dem bi gelê Geverê re be û piştgiriyê bide Geverê."

Daxuyanî bi çepik û tilîlîyan bi dawî bû.

...