CRA: Çapemeniya azad wê her li pey rastiyê be
Cemiyeta Rojnamegerên Azad, bi minasebeta Roja Rojnamegeriya "Rapora Çapemeniya Azad" eşkere kir.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad, bi minasebeta Roja Rojnamegeriya "Rapora Çapemeniya Azad" eşkere kir.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad, bi minasebeta Roja Rojnamegeriya "Rapora Çapemeniya Azad" eşkere kir. Hevserokê CRA'yê Hakki Boltan got, li dijî hemû êrîş, tepisandin, girtin û qetlîaman jî wê xebatkarên wan her li pey rastiyê bin. Bi minasbeta rojê re starta kampanyaya "Ji bo her malekê Azadiya Welat" hat dayîn.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA), bi minasebeta 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî li Amedê daxuyanî da û ji bo rojnamgerên girtî kart şandin. Di daxuyaniya ku li ber Peykerê Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê hat dayîn de Rojnameya Azadiya Welat a bi manşeta "118 salên serfirazî û berxwedanê" hilgirtin.
Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan anî ziman ku 118 sal e hê jî rojnameger nikarin bi awayekî azad nûçeyan çêbikin û got ji wê rojê heta niha mebesta êrîş û binpêkirinan jiholêrakirina rojnamgeriyê ye. Boltan diyar kir ku ew ê şopdarê Apê Mûsa, Gûrbettelî Ersoz, Ûgûr Mûmcû û Metîn Goktepe bin û destnîşan kir ku li dijî hemû êrîş, tepisandin, girtin û qetlîaman jî wê xebatkarên wan her li pey rastiyê bin.
DI 3 MEHÊN DAWÎ DE 14 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN
Boltan piştî axaftina xwe rapora sê mehên destpêkê ya vê salê ya der barê binpêkirina mafên rojnamgeran a CRA'yê daxuyand. Endamê Lijneya Rêveberiya CRA'yê Mehmet Alî Ertaş di raporê de li ser sernavên girîng rawestiya û dest nîşan kir ku bi salan nemaze di 3 mehên dawî de rojnamger rastî êrîş û pêkûtiyên dijwar tên.
Sernavên di raporên de derketin pêş, "Di 3 mehên dawî de 4 rojanmeger hatin qetilkirin, 70 rojnamger hatin binçavkirin, 14 hatin girtin, 3 rastî îşkenceyê û nêzîkatiyên kirêt hatin, 9 rastî gefan hatin, 12 rastî astengiyên kêfî û astengiya şopandina nûçeyan hatin, 2 weşanên çapmeniyê rastî binpêkirina, 8 jê jî rastî êrîşan hatine, 136 lêpirsîn hatin vekirin, 8 rojname hatin girtin, 10 malperên nûçeyan hain girtin, 5 Radyo-TV hatin girtin, 4 rastî qedexeya weşanê hatin, 7 rojnameger ji karên xwe bûn" bi vî awayî hatin rêzkirin.
XELATA METÎN GOKTEPE JI BO AKTAŞ!
Piştî daxuyandina raporê, endamê Koordînasyona Nobeda Nûçeyan a ji bo piştevaniya rojnamgerên Kurdistanê hatibû destpêkirin, Fehîm Işik 19'mîn Xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe ya li ser navê Nobeda Nûçeyan wergirtibû li ser navê Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hatibû qetilkirin, da Edîtorê Azadiya Welat Çetîn Altûn. Işik got, ji ber xwediyê xelatê yê rastîn Aktaş û rojnamgerên Kurd in wî ev xelat daye. Altûn ê ku xelat wergirt jî, got ew vê xelatê li ser navê rojnamgerên ku li qadan dixebitin û di girtîgehan de ye digire.
'WÊ KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD BIDOME'
Parlementera Amedê ya HDP'ê Nûrsel Aydogan jî got kevneşopiya çapemeniya azad a 118 sal berê destpêkiriye îro jî didome û anî ziman ku 118 sal e êrîş û pêkûtiyên li ser kevneşopiya çapemeniya azad a di nav şert û şirûtên zehmet de rastiyê dinivîsîne qet neguheriye. Aydogan ji bo veşartinê êrîş û pêkûtî li ser çapemeniyê heye û didome û anî ziman ku yên rastî îrşan tên ji bo rastiyê canê xwe jî davêjin ortê. Aydogan got, bi saya nûçegîhanên ciwan, bi heycan û yên li gel her tiştî li qade ne wê kevneşopiya çapemeniya azad bidome.
KAMPANYAYA 'JI BO HER MALEKÊ AZADIYA WELAT'
Piştî axaftinan hat ragihandin ku di bin navê "Ji bo her malekê Azadiya Welat" kampnayaya abonetiyê hate ragihandin. Hat diyarkirin ku kampanya hem ji bo girîngiya zimanê dayikê, hem jî ji bo xwendinê girîng e.
Piştî daxuyaniya ku bi dirûşmeya "Ji bo her malekê Azadiya Welat" bi dawî bû, rojnamegeran rojnameya Azadiya Welat li esnaf û welatiyên li derdorê belav kirin.