BI DÎMEN

Ji 'deşta qedexekirî' berê xwe dan 'zozanê qedexekirî'

Koçerên ji Nisêbînê ji Deşta Mezopotamyayê berê xwe didin zozanan, bi gefa 'herêma ewlekariyê ya taybet' re rû bi rû ne.

Koçerên ji Nisêbînê ji Deşta Mezopotamyayê berê xwe didin zozanan, bi gefa 'herêma ewlekariyê ya taybet' re rû bi rû ne. Koçer wê piştî çend hefteyan xwe bigihînin zozanên Colemêrg, Şirnex û Wanê. Lê dibêjin li van zozanan 'qedexe' li pêşiya wan e.

Ji ber şerê li Bakurê Kurdistanê, bajar, deşt û zozan di bin navê 'herêma qedexekirî' de ji mirovan tê xalîkirin. Ev yek jiyana rojane zehmet dike. Çanda koçeriyê, ku bi hezaran sal in li zozanên Serhat, Botan û Behdînanê pez diçêrîne û gihaştiye roja îro, bi xeteriyê re rû bi rû ye. Koçerên zivistanê li quntarên Bagokê û Deşta Mezopotamyayê man, di rojên dawî yên meha Nîsanê de diçin zozanên Wan, Colemêrg û Şirnexê.

Koçerên ji herêma Baksiyanê ya Nisêbînê bi rê ketin, berê xwe dan zozanên Marînos û Berçelanê. Ji van koçeran Ahmet Tîmor da xuyakirin, ku ancax piştî çend hefteyan xwe bigihînin zozanên Colemêrgê û diyar kir, ji ber 'herêma qedexekirî' rojên zor û zehmet li pêşiya wan e. Koçer Tîmor got, "Ev 6 meh in em li herêma Baksiyanê ya Nisêbînê ne. Niha bihar hat û em derdikevin zozanan. Lê belê çûyîna Nisêbînê qedexe ye. Dema em dixwazin li cihekî derveyî Nisêbînê bin berê xwe didin Çiyayê Bagokê, lê ev der jî 'herêma qedexekirî' ye. Niha jî em ê biçin Zozanên Marînosê. Lê ew der jî weke 'herêma qedexekirî' hatiye ragihandin. Eger em guh bidin van qedexeyan wê bi deh hezaran mihiyên me telef bibin. Em Koçer gelek in û ji bilî koçeriyê ti carî nakin. Dewletê di salên 1990'î de jî hem deşt, hem bajar, hem jî zozan di heman demê de qedexe kiribû. Em nikarin biçin bajêr, di demsala havînê de derfet nîne li deştê sewalkarî bê kirin. Zozan jî qedexe ne."

Husnu Yakût jî da xuyakirin, ku tevî qedexeyên li zozanan ji bilî çûyîna herêmên 'ewlekariya taybet' ti şensê wan nîne û anî ziman, cihekî din ê bi deh hezaran mihî biçe, nîne. Yakût got, "Dewletê hem pirsgirêka Kurd çareser nekiriye, hem jî dixwaze bi rê û rêbazên cuda mirovên li vê erdnîgariyê ji cih û warên wan derxîne. Bi 10 hezar mihiyan re ji bo xwe bigihînin zozanan em berî 2 rojan bi rê ketin. Çêrgehên ewqas heywan lê bên çêrandin diyar in û eger em dernekevin zozanên xwe wê heywanên me telef bibin. Çawa ku di salên 1990'î de li pêşiya koçeriya me bûn asteng, niha jî dewlet dixwaze bi heman rêbazî sewalkariyê biqedîne. Êdî haya me jê heye, dewlet dixwaze bi çîftlîkên bi kontrol mirovên dewlemend vî karî bikin. Lewma ji bo em koçer dest ji vî pîşeyê bav û kalên xwe berdin, serî li her rê û rêbazê didin."

...