Festîvala Çand û Xwezayê ya Şehîd Genco Hesekê hat lidarxistin
1. Festîvala Çand û Xwezayê ya Şehîd Genco Hesekê li Hewramanê hat lidarxistin. Ji hemû bajarên Başûrê Kurdistanê ciwan tevlî festîvalê bûn û berxwedana li Rojava û Bakurê Kurdistanê hat silavkirin.
ANF
HELEBÇE
şemî, 23 avrêlê 2016, 08:38
1. Festîvala Çand û Xwezayê ya Şehîd Genco Hesekê li gundê Kulknî yê bajarokê Xormal ê Helebçeyê hat lidarxistin. Festîval ji aliyê Tevgera Ciwanên Welatparêz ve hat organîzekirin û ji hemû bajarên Başûrê Kurdistanê bi sedan ciwan beşdar bûn. Di festîvalê de peyamên Tevgera Ciwanên Welatparêz, Komalên Ciwan, Tevgera Azadî, Nûnertiya PYD'ê ya Herêma Kurdistanê hatin xwendin.
Festîvalê saet di 11:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Newroz Helebçeyî axaftina vekirinê kir.
Helebçeyî bi silavkirina gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşin dest bi axaftina xwe kir. Helebçeyî bal kişand ser rola tevgera ciwanan di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de û got, "YPG, YPJ, YPS û YBŞ bi pêşengiya ciwanên Kurd ava bûne û il çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminên gelê Kurd û çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke azadiyê ya bi heybet dimeşînin. Weke tevgera ciwanan a li Başûrê Kurdistanê, di vê dema dîrokî de em ê bi berpirsyariya xwe rabin."
'CIVÊ CIWAN JI ŞOREŞA DEMOKRATÎK A LI BAŞÛR RE PÊŞENGIYÊ BIKIN'
Kordînasyona Komalên Ciwan jî poeyamek şand festîvalê. Di peyamê de bang li ciwanên li Başûrê Kurdistanê hat kirin û hat gotin. "Di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de divê ciwan pêşengiyê ji şoreşa demokratîk re bikin. Bi nêrîn û paradîgmaya Rêber Apo re şer dikare bê sekinandin û pêşengî ji avakirina sîstemeke demokratîk re bê kirin. Ji ber vê yekê weke Komalên Ciwan em bang li ciwanên li Başûrê Kurdistanê dikin, ku li Başûrê Kurdistanê xwe li ser bingeha felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin û pêşengiyê ji şoreşa demokratîk re bikin."
Di festîvalê de piştî axaftinan koma şano ya Daqoq Şehîd Destîna derket ser dikê û lîstika xwe pêşkêş kir. Pişter xwişka Şehîd Genco Hesekê helbesta xwe ya ji bo şehîdan nivîsandî xwend.
Di festîvalê de komên muzîkê yên Şehîd Amed Qamişlo, Şehîd Karwan, Şehîd Berçem, Hewreman, Ciwanên Qesrê û Kurdistanê, her wiha hunermend Casim Saz derketin ser dikê. Koma govendê ya Til Hasil û Ti Eran a ji Rojava jî hunera xwe pêşkêş kir. Festîval bi gerandina govendê bi dawî bû.
Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn û ji ber lidarxistina festîvaleke bi vî rengî spasiyên xwe pêşkêşî Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê kir. Ciwanan dan xuyakirin, ku divê festîvalên bi vî rengî hîn bêhtir werin lidarxistin.