Li Wanê fûara pirtûkan
2’yemîn Fûara Pirtûkan a li Wanê bi şîara “Bi Pirtûkan Aştî” ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê tê lidarxistin, destpê kir.
2’yemîn Fûara Pirtûkan a li Wanê bi şîara “Bi Pirtûkan Aştî” ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê tê lidarxistin, destpê kir.
2’yemîn Fûara Pirtûkan a li Wanê bi şîara “Bi Pirtûkan Aştî” ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê tê lidarxistin, destpê kir. Di vekirina fûarê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya axivî, wiha got: “Îro li dijî bûyerên li bajarên me diqewimin; divê gotinek her wêjevanekî, helbestek her helbestvanekî me hebe. Her wêjevanekî were bajêrên me, teqez wê gotinek wî ya têkîldarî van bûyeran hebe.”
2’yemîn Fûara Pirtûkan a li Wanê bi şîara “Bi Pirtûkan Aştî” ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê tê lidarxistin, hate vekirin. Di vekirinê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Hatîce Çoban, Bekîr Kaya, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Hevserokê HDP’a Wanê Yakûp Ataş, Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî, Hunermend Hîcrî Îzgoren, nûnerên saziyên civaka sivîl, nûnerên weşanxaneyan û gelek kes amade bûn. Têkîldarî fûarê Serokê Desteya Rêveberiya Asya Fûarcilik Suleyman Guler got, di domahiya fûarê de wê 107 weşanxane, 60 wêjevan, gelek akademîsyen û nivîskar li Wanê bin.
Piştî Guler, di vekirina fûarê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya axivî, got: “Ev axa qedîm a destpêka nivîsê, di heman demê de şahidî ji avabûna dîrok û medeniyetê re jî kiriye.”
Kaya got, “Îro cihê ku wêjevan, hunermend li ser gotinan binivîsin, Cizîr, Sûr, Nisêbîn e.”
Kaya di axaftinên xwe de rojbûna helbestvan Ahmed Arîf ya duh bû, pîroz kir û bi rêzdarî bi bîr anî. Dîsa Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kir, di serî de Apê Mûsa tevahî şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr anî.
Kaya wiha got: “Îro li dijî bûyerên li bajarên me diqewimin; divê gotinek her wêjevanekî, helbestek her helbestvanekî me hebe. Her wêjevanekî were bajêrên me, teqez wê gotinek wî ya têkîldarî van bûyeran hebe.”
Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî jî axaftinek kurt kir. Beşîkçî ji bo fûarê sipasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir.
Piştî axaftina Beşîkçî, Hevşaredar û yên bi wan re standên tevahî weşanxaneyan ziyaret kirin, spasiyên xwe ragihandin. Li qada fûarê gelek weşanxaneyan pirtûk diyarî hevşaredaran kirin. Fûar wê heta 30’ê Nîsanê bidome.