BI DÎMEN

Li Qendîlê gel derdikeve zozanan

Li Qendîlê gel derdikeve zozanan. Tevî bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk jî gelê herêmê berê xwe da zozanan.

Li Qendîlê gel derdikeve zozanan. Tevî bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk jî gelê herêmê berê xwe da zozanan. Welatiyên ji Başûrê Kurdistanê dan xuyakirin, ku ji ber êrîşan zarokên wan gelekî ditirsin û gotin, "Ji ber vê yekê me zarokên xwe şand bajaran. Lê ev der welatê me ye û ew dijminê me ne."

Yek ji dayikên derketiye zozanan got, "Zozan ji bo me jiyan e. Niha dema bêriyê ye, dema şîr, dema mast e. Yê hat firotin ji xwe tê firotin, yê neyê firotin jî em didin dost û hevalên xwe. Bi şev balafirên şer ên Tirk van deveran bombe dikin. Ez Tirkan şermezar dikim. Ev zarokên me ditirsînin. Ji neçarî me zarokên xwe şandin bajaran."

Welatiyekî din jî da zanîn, ku dewleta Tirk dijminê wan e, ew dijminê xwe nas dikin û got, "Ne tenê dijminê gelê li Bakurê Kurdistanê ye, dijminê me hemûyan e. Ev dijminê zarokên me ne. Binêrin li holê zarok nînin. Lê belê ev der cih û warên me ne. Em neçarin derkevin zozanan."

...