Di şerên li kolana Wehdê de 15 endamên Difa Wetanî hatin kuştin
Di şerên li Kolana Wehdê ya Qamişlo de, 15 endamên Difa Wetanî hatin kuştin, 14 birîndar bûn û 2 jî dîl hatin girtin.
Di şerên li Kolana Wehdê ya Qamişlo de, 15 endamên Difa Wetanî hatin kuştin, 14 birîndar bûn û 2 jî dîl hatin girtin.
Hêzên rejîmê û pêxasên wê îro saet di 11.50’an de êrîşî Kolana Wehdê ya li navenda bajar û nuqteya li nêzî gundê Iwêja yê li başûr rojhilatê bajêr kirin. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê bersiv dan û şerên dijwar qewimîn.
Di encama şerên nêzî 40 deqeyan dom kirin de, li Kolana Wehdê 15 pêxasên rejîmê hatin kuştin, 14 birîndar bûn û 2 jî dîl ketin destê Asayîşê. Her wiha cenazeyên 12 pêxasan jî ketin destê hêzên Asayîşê.
Di şerê li nuqteya Iwêja de jî 4 pêxasên rejîmê birîndar bûn. Endamê Asayîşê yê li nuqteya Iwêja Omer Hemze diyar kir ku ji duh ve hêzên rejîmê 3 caran êrîşî heman cihî kirine, lê her carê êrîşên wan hatine şkandin.