Mele Yîgît û Nas hatin girtin

Hevserokê Şaxa Cizîrê yê MEYA-DER’ê Mele Kasim Yîgît û rêveberê MEYA-DER’ê Mele Alî Nas ên di mewlûda ji bo kesên di êrîşên qirkirinê yên li Hezexê hatin qetilkirin de hatin binçavkirin, hatin girtin.

Hevserokê Şaxa Cizîrê yê MEYA-DER’ê Mele Kasim Yîgît û rêveberê MEYA-DER’ê Mele Alî Nas û Halîl Dayan ên di mewlûda ji bo kesên di êrîşên qirkirinê yên li Hezexê hatin qetilkirin de hatin binçavkirin, piştî îfade li emniyetê dan sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Yîgît û Nas ên piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, bi îdîaya “propagandaya rêxistina terorî kirine” hatin girtin.

Dayan jî piştî îfadeya li dadgehê serbest hate berdan.