7 kes li Wêranşarê hatin girtin

7 kesên di operasyonên qirkirina siyasî yên li Wêranşarê de hatin binçavkirin, bi îdîaya "endametî û propaganda rêxistinê" hatin girtin.

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu ya pêr li Rihayê hat binçavkirin û Emrûllah Arîs, Abdulazîz Dakkak, Ahmet Çelîk, Azîz Kanar ê ji sedî 92 bedena wî astengdar e, Azîz Kanar, Îbrahîm Çîftçî, Mazlûm Suer, Çetîn Ekîncî, Faysal Dînek, Mehmet Emîn Dal, Mûzaffer Tekînalp, Omer Kayan, Ramazan Şengal, Şahîn Dogan û Şakîr Çay ên 19'ê Nîsanê li Wêranşarê hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê derxistin edliyeya li navçeyê. Dozgeriya Tirk, bi şertê kontrola edlî Hevseroka HDP'yê ya Rihayê Surucu, Dogan, Tekînalp û Arîs berda. Lê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" Dînek, Suer, Çelîk, Ekîncî, Çayin, Kayan û Dal ji bo girtinê sewqî dadgehê kir û dadgehê jî ew girt. Dadgeha Tirk girtî şand Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu li pêşiya avahiye edliyeyê daxuyaniyek da û diyar kir, armanc şikandina îradeya wan e, lê ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.