Meclîsa Azadiya Jinan hat serdana Sûrê
Endamên Komîsyona Raporkirin û Şopandina Heqîqetê ya Meclîsa Azadiya Jinê, têkildarî pêvajoya destbiserkirina Sûrê ji aliyê hikûmetê ve, hatin navçeya Amed Sûrê û rêveberên herêmî re hevdîtin kirin.
Endamên Komîsyona Raporkirin û Şopandina Heqîqetê ya Meclîsa Azadiya Jinê, têkildarî pêvajoya destbiserkirina Sûrê ji aliyê hikûmetê ve, hatin navçeya Amed Sûrê û rêveberên herêmî re hevdîtin kirin.
Endamên Komîsyona Raporkirin û Şopandina Heqîqetê ya Meclîsa Azadiya Jinê, ji bo helwesta rêveberiyên herêmî der barê biryara Desteya Wezîran a der barê destbiserkirina Sûrê de bizanibin, der barê pêvajoya destbiserkirinê de agahiyan wetgirin, di çarçoveya gera xwe ya li Amedê hatin serdana şaredariyê Sûrê û bi wekîlên hevşaredarên Sûrê û alîkarên hevşaredran re hevdîtin kirin.
Şande ji aliyê wekîla Hevşaredarên Sûrê Azîze Deger Kûtlû û alîkara Hevşaredaran Naşîde Bûlûttekîn Can û hin endamên meclîsa şaredariyê ve hat pêşwazîkirin.
Naşîde Bûlûttekîn Can der barê rewşa Sûrê de got, "Li şeş taxên qedexeya derketina derve li wan hatibû kirin de heta niha derdora 4 hezar malbatan ango derdora 30-33 hezar mirovan ji bo alîkariyê serî li şaredariya wan dane. Malbatên ku neçar man dest ji mala xwe berdin tiştek bi xwe re dernexistibûn lewre jî gelek hewcedariyên wan ên lezgîn hebûn. Li navçeya me bi metirsiya ku wê taxên din jî bikevin ber qedexeyê pêla koçberiyê li taxên din jî destpê kir û welatiyan berê xwe dan taxên din ên bajêr."
Wekîla Hevşaredaran Azîze Deger Kûtlû jî da xuyakirin ku weke di medyayê de şopandiye gelek deverên dîrokî ên navçeya Sûrê zirareke mezin dîtine û hin beş ji wan hatiye wêrankirin. Kûtlû der barê hevkariya bi xelkê Sûrê re û alîkariya ku tê kirin jî agahî bi şandeya mêvan re parvekirin.
Kûtlû di dewama axaftina xwe de diyar kir, dorpêçkirin û qedexeya derketina derve bi xwe re gelek tadayî li dayik û xwendekarên dibistanê jî kir û gelek zarok bê xwendin man, gelek malbat bê mal man û demeke dirêje li ba malbatên xizmên xwe dimînin û gelek kes jî neçar man ku koç bibin û biçin deverên din. Kûtlû got, "Em jî wekî şaredar hewl didin ku bi hemû îmkanên di destê xwe de hevkariyê bi van malbataên xwe re bikin."
Piştî hevdîtinan şandeya Meclîsa Azadiya Jinê çû serdana taxên ku di bin dorpêçê de ne û bi xelkê taxê re hevdîtin kirin.