Destûr nadin ku cenazeyê berxwedêra Geverê bikeve navçeyê
Cenazeyê endama YPS-JIN'ê Evîn Akçelîk a ku di berxwedana Geverê de jiyana xwe ji dest da di ketina navçeyê de tê rawestandin.
Cenazeyê endama YPS-JIN'ê Evîn Akçelîk a ku di berxwedana Geverê de jiyana xwe ji dest da di ketina navçeyê de tê rawestandin.
Cenazeyê endama YPS-JIN'ê Evîn Akçelîk (Nûda) û endamê YPS'ê Talîp Bartin ên ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Geverê de jiyana xwe ji dest dane, piştî ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Erziromê hatin wergirtin li Qereqola Jendermeyan a Yenîkopruyê hatin rawestandin. Cenazeyê Bartin ji bo definkirinê di rêyên gund re birin gundê Civyan ê herêma Dostkiyê. Cenazeyê Akçelîk jî di nuqteya lêgerînê ya di ketina navçeyê de careke din hate rawestandin.
Malbata Akçelîk hewl dide ku cenaze li gundê Şahê yê navçeyê defin bike, lê ji ber astengkirina hêzên dewletê malbat sekna xwe didomîne.