Gerîlayê HPG'ê Orûç ber bi rewîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ensar Orûç (Serhildan Xinis) li gundê Kawar ê ser bi Xinisê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ensar Orûç (Serhildan Xinis) li gundê Kawar ê ser bi Xinisê hat veşartin.
Yek ji 8 gerîlayên HPG'ê yên li navçeya Amed Farqînê di şerê 15'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê Ensar Orûç (Serhildan Xinis) ji Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê hat wergirtin û birin gundê Kawar ê navçeya Xinis a Erzîromê.
Cenazeyê Orûç li pêşiya gund, ji aliyê girseya gel a di nav de rêveberên DBP, HDP û endamên Meclîsa Şaredariyê jî hebûn, hat pêşwazîkirin.
Girseya gel darbesta Orûç hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" heta goristana gund meşiya.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, wecîbeyên olî bi cih hatin anîn û cenazeyê Orûç hat veşartin.
Ji bo Orûç li mizgefta gund serdanên sersaxiyê tên kirin.