Li Çewlikê 7 leşker hatin kuştin
HPG'ê da xuyakirin, ku di şerê ji ber operasyona artêşa Tirk a li qada Akdag a navçeya Çewlik Dara Hênê de 7 leşker hatine kuştin, 5 leşker jî birîndar bûne.
HPG'ê da xuyakirin, ku di şerê ji ber operasyona artêşa Tirk a li qada Akdag a navçeya Çewlik Dara Hênê de 7 leşker hatine kuştin, 5 leşker jî birîndar bûne.
HPG'ê da xuyakirin, ku di şerê ji ber operasyona artêşa Tirk a li qada Akdag a navçeya Çewlik Dara Hênê de 7 leşker hatine kuştin, 5 leşker jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer û çalakiyên rojên dawî ev daxuyanî da:
"Roja 21'ê Nîsanê saet di 15:15'an de, li hemberî artêşa TC a li ser sînorê navçeya Şirnex Qilabanê û girê Şehîd Lezgîn ê li herêma Metînayê bi cih bûn, gerîlayên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de tank, çeka A-6 û kozikek hedef hatin girtin. Di encama çalakiyê de çeka A-6 û kozik hatin rûxandin, li tankê jî derba xurt hat xistin.
21'ê Nîsanê saet di navbera 22:30-23:20 de balafirên şer ên artêşa TC qada Derarê û girê Kuroşîno bombe kiin.
18'ê Nîsanê saet di 16:30 de, hêzên me yên gerîla li hemberî qereqola Karataş a li navçeya Colemêrg Çelê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encamê de leşkerek hat kuştin.
LI HEMBERÎ QEREQOLA ÊRÎŞÎ ÇALAKIYA BI ÇEKÊN GIRAN
Roja 21'ê Nîsanê saet di navbera 15:00-15:30 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran li dijî qereqola Êrîş a li navçeya Çelê çalakiyek pêk anîn. Kuştî û birîndarên leşkeran ên li vê derê nehat zelakirin.
18'ê Nîsanê, artêşa TC li qada Akdag a ser bi navçeya Çewlik Dara Hênê derket operasyonê. Cerdevanên gundê Servî û yên li derdorê tevlî vê operasyonê bûn. Sibeha 18'ê Nîsanê saet di 09:00 de hêzên me yên gerîla û baskekî artêşa Tirk li hev rast hatin û şerekî demkurt qewimî. Piştî vî şerî helîkopterê bi tîpa Skorsky bi desteka helîkopterên bi tîpa Kobra leşker danîn cihê şer. Saet di 14:00 de li qada gundê Evnikê, di navbera artêşa TC û hêzên me de şer ji nû ve destpê kir. Di vî şerê heta saet 19:00 dewam kir de 7 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.
Roja 19'ê Nîsanê saet di 15:00 de hêzên operasyonê xwe vekişand; lê yekîneyên veşartî li herêmê bi cih bûn. Di şerê li vir de 2 gerîlayên me bi lehengî şer kirin û gihaştin şehadetê. Nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine, piştî ku hatin zelalkirin wê bi raya giştî re werin parvekirin.
LI FÎSYAKA ÇALAKIYA LI DIJÎ POLÎSÊN TEVGERA TAYBET
19'ê Nîsan danê êvarê, lihemberî polîsên tevgera taybet li Fîskaya ya navenda Amedê yekîneyeke me ya gerîl açalkî pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên polîsan nehat zelalkirin. Yekîneya me ya çalakî pêk anî, vegeriya baregehên xwe.
ARTÊŞA TIRK LI BAZÎDÊ KEMÎNAN DATÎNE
Ev 3 roj in li qada gundê Xalaçê yê navçeya Agirî Bazîdê, artêşa TC kemînan datîne.
20'ê Nîsanê saet di 23:00 de li qada Kanî Orê ya li navçeya Colemêrg Geverê bi desteka cerdevanan operasyoneke artêşa TC destpê kir.
Roja 21'ê Nîsanê saet di navbera 09:30-10:00 de helîkopterên Kobra yên artêşa TC li girê Leylek û qada Tepê Sor ên li navçeya Colemêrg Geverê xistin."