Balafirên şer ên Tirk rêya gundê Barava bombe kirin
Balafirên şer ên Tirk îro saet 12.15’an bi desteka pêgerên hewayî yên keşfê ve gundê Barava yê Qendîlê bombe kirin.
ANF
BEHDÎNAN
çarşem, 20 avrêlê 2016, 15:58
Balafirên şer ên Tirk îro saet 12.15’an bi desteka pêgerên hewayî yên keşfê ve gundê Barava yê Qendîlê bombe kirin.
Dewleta Tirk a di rojên dawî de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên xwe yên hewayî zêde kirine, îro jî Qendîl bombe kir. Danê sibehê piştî pêgerên hewayî yên keşfê, danê nîvro balafirên şer ên Tirk rêya asfalt a gundê Barava ya Qendîlê bombe kirin.
Di encama bombekirinê de dîrekên elektrikê û kabloyan zerarek mezin dîtin, demekê rê li trafîkê hate girtin. Balkêş e ku balafirên şer ên tirk rêya li ser xeta Qendîl-Sengeser û Ranyayê bombe kirin. Dewleta Tirk bi taybet bi bombekirina vê rêya gundê Berava ya ji trafîkê re gelekî qelebalix e, hewl dide gel bitirsîne.
Her wiha ji ber dîrekên elektrikê û kabloyan zirarên cîdî dîtin jî elektrîkên gundên Enzê, Bolê, Silê û Komûtan qut bûn. Hê jî ev gundana negihiştine elektrîkê. Gundiyên Qendilê ji ber bomberdûmanê li hember dewleta Tirk ji ber bêdengiyê jî li hember hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi bertek e.