Êrîşên çeteyan a li dijî Şêx Meqsûdê didome: Sivîlek birîndar bû
Êrîşên çetayan a li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didome. Di êrîşa çeteyan a bi topên cehenemê a 19-20’ê Nîsanê de sivîlek birîndar bû.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da, diyar kir ku êrîşên li hember Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike. Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi çekên giran êrîşî hêzên YPG’ê yên li nêzî gundê Korelî yê dikeve Rojavayê Kobanê yê li ser sînorê Rojava dike.
Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye:
“Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên Lîwaa Sûltan Mûrad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.
Komên çeteyan 19 -20’ê Nîsanê li dijî Taxa Şêx Meqsûdê bi topên hewan û cehenemê êrîş li dar xistin. Di encama van êrîşan de welatiyekî sivîl birîndar bû.
ÇETEYÊN DAÎŞÊ JI BAŞÛR VE ÊRÎŞÎ BAJAROKÊ ŞÊXLER KIRIN
19’ê Nîsanê saet 20:00-21:00'an çeteyên DAÎŞ’ê bi çekên giran ji Başûr ve êrîşî bajarokê Şêxler ê giredayî Kobanê kir.
ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BERDEWAM DIKIN
Êrîşên Arteşa Tirk a li ser xeta sînor a Rojava berdewam dike. Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 19’ê Nîsanê bi çekên giran êrîş bir li ser hêzên me yên nêzîkî gundê Korelî ya dikeve Rojavaya Kobanê.”