Bi saya YPG/YPJ’ê li warê xwe vegeriyan

Şêniyên bajarokê Til Berekê, ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ'ê malên xwe terikandibûn, piştî paqijkirina bajarok ji mayînan, li cih û warên xwe vegeriyan.

Şêniyên bajarokê Til Berekê, ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ'ê malên xwe terikandibûn, piştî paqijkirina bajarok ji mayînan, li cih û warên xwe vegeriyan.

Şêniyên bajarokê Til Berek ê 40 kîlometre li bakurê Hesekê ye, ji ber komên çete yên DIAŞ'ê bajarê xwe terikandibûn. Hêzên YPG/YPJ'ê di 28’ê Sibata 2015'an de bajar bi temamî ji komên çete yên DAIŞ'ê rizgar kirin. Ji ber ku çeteyan hejmarek zêde mayîn û madeyên teqemeniyê li hemû aliyên bajêr bi cih kiribûn, hêzên YPG/YPJ'ê ji ber ewlekariyê  rê nedan welatî vegerin malên xwe.  

Ji wê demê ve tîmên pisporên YPG'ê bajar bênavber ji mayînan paqij kirin. Di encamê de gelek gelek mayîn û teqemenî hatin bêbandorkirin. Piştî bajar bi temamî ji madeyên teqemeniyê hate paqijkirin, rê hate dayîn welatî vegerin malên xwe.

WELATIYÊN VEGERIYAN JI ALIYÊ TEV-DEM'Ê VE HATIN PÊŞWAZÎKIRIN

Îro derdora hezar û 500 welatiyên Til Berek ên li deverên din bi cih bibûn vegeriyan malên xwe û dest bi paqijkirina xaniyên xwe kirin. Nûnerên TEV-DEM, Asayîşê û Rêveberiya Xweser pêşwaziya welatiyan dikirin û rewşa dawî ji wan re vegotin.

Welatiyên vegeriyabûn kom bûn. Di dema kombûna welatiyan de endamê Têkiliyan ê TEV-DEM’ê Ehemed Hemê axivî û  bi xêrhatina welatiyên vegeriyan kir û got ku hêzên YPG’ê herêm ji çeteyan rizgarkirin û ji mayînên çeteyan paqijkirin. Hemê da zanîn ku êdî welatiyên Til Berek dikarin rêveberiya xwe bikin û saziyên xwe ava bikin.

Paşê Endamê Têkiliyan ê TEV-DEM’ê li Hesekê Hisnî Xemîs axivî û got ku wê gelê Til Berek bi hev re bajarê xwe ava bike û wê jiyaneke biratî saz bike. 

Endamê TEV-DEM’ê Yûsif Kûtî jî axivî û vegera welatiyên Til Berek li hemû welatiyan pîroz kir, rewşa bajar a di dema rejîmê û çeteyan bibîr xist û ev tişt anî ziman: "Şêniyên bajarê dîrokî Til Berek gelek êş ji destê rejîmê û çeteyan dîtiye. Niha jî şêniyên bajar wê bajarê xwe ava bikin. Şêniyên herêmê nema rê didin rejîmê û çeteyan ku careke din herêmên wan dagir bikin û wê bi xwe rêveberiya xwe bikin.

Li ser navê Asayîşê jî Axîn Hemîd Hesen axivî û soz da ku wê herêmê biparêzin û bang li welatiyan kir ku alîkariya wan bikin.

JI WELATIYAN BANG

Welatiyan jî spasiya hêzên YPG/YPJ'ê û hêzên Asayîşê kirin. Welatiyan vedigerin malên xwe kêfxweşiya xwe anîn ziman. Welatiyê bi navê Diyab El-Xabûr got: "Em îro vedigerin bajarê xwe, em bi vê yekê gelekî kêfxweş in. Em spasiya hêzên YPG/YPJ'ê yên qehreman ku em rizgarkirin û bi saya wan em îro vedigerin bajarê xwe. Banga min ji TEV-DEM'ê re heye ku alîkariya me bikin da ku em meclîs û komînên xwe ava bikin."

Welatiyê bi navê Hesen Yasîn El-Nimis jî got, heyecana wî ya vegera Til Berek pir mezin e û pesnê berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê da. El Nimis got: "Em bi berxwedana şervanên xwe yên YPG/YPJ'ê serbilind in. Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya wan bikin."

PIŞTÎ 4 SALAN KURÊ XWE D3IT

Jina bi navê Emşa Hesen ku vegeriya Til Berek, dema vegeriya bajar piştî 4 salan kurê xwe dît. Emşa Hesen da zanîn ku nêzî 4 sal in wê kurê xwe ne dîtibû û dema vegeriya dîtiye ku kurê wê di nava asayîşê de ye. Hesen spasiya hêzên YPG/YPJ'ê yên bajarê wan rizgarkirine kir.

...