Li Qamişlo şer: 8 leşkerên rejîmê hatin kuştin
Hêzên paramîlîter ên rejîma Baasê ku jê re Difa Wetenî tê gotin û li herêmeke biçûk a Qamişloyê ne, êrîşî gelê sivîl kirin. Hêzên asayîşê bersiv dan êrîşê û li ser vê yekê şer derket.
Hêzên paramîlîter ên rejîma Baasê ku jê re Difa Wetenî tê gotin û li herêmeke biçûk a Qamişloyê ne, êrîşî gelê sivîl kirin. Hêzên asayîşê bersiv dan êrîşê û li ser vê yekê şer derket.
Îro saet di 11:00 de, hêzên paramîlîter ên rejîma Baasê ku jê re Difa Wetenî tê gotin û li herêmeke biçûk a Qamişloyê ne, êrîşî gelê sivîl kirin. Hêzên asayîşê bersiv dan êrîşê û li ser vê yekê şer derket. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hêzên paramîlîter ên rejîmê êrîşî ekîbên trafîkê kirin. Li ser vê yekê hêzên asayîşê dest li bûyerê werdan.
Hêzên Asayîşê dor li şerîda ewlekariyê ya hêzên rejîmê lê bûn, girtin. Şerê li vir rû da,
Di vî şerî de 8 leşkerên rejÎmê hatin kuştin, 12 jî esîr hatin girtin.