Şervanê YPS'ê Menafoglû ji aliyê bi sedan kesî hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPS'ê Seracettîn Menafolgû yê li Geverê hat qetilkirin, tevî hemû astengî û hewldanên qedexekirinê yên çeteyên Qesrê jî, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPS'ê Seracettîn Menafolgû yê li Geverê hat qetilkirin, tevî hemû astengî û hewldanên qedexekirinê yên çeteyên Qesrê jî, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPS'ê Seracettîn Menafolgû yê li Geverê di dema berxwedana li dijî terora dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Cenaze li benda kontrolê ya seyar a li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya navçeye hat sekinandin. Malbatê piştre cenaze bir gundê Tiloranê.
Girseya gel a xwest tevlî merasîma cenaze bibe, rastî astengiya çeteyên qesrê hat. Tevî vê astengiyê jî bi sedan jin û zarokên ji gundên derdorê hatin we gihandin pêşiya gund û cenazeyê Menafoglû yê YPS'yî bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Berxwedana YPS'ê" pêşwazî kirin. Girseya gel darbesta Menafoglû hilgirt ser milan û bir goristana gund. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenaze hat veşartin.
Ji bo Menafoglû yê YPS'yî li goristana gund serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin.