Polîsên Elman ciwanekî Kurd qetil kirin
Polîsên Elman, dest li bûyereke li bajarê Kleve werdan, lê belê ji ber helwesta xwe ya tund bûn sedema mirina ciwanekî Kurd.

Li gorî agahiyên ji civaka Êzidî ya li herêma Kreis Kleve ya Elmanyayê hat wergirtin, duh di navbera ciwanê Kurd Kato Arslan ê 32 salî û çend kesan de nîqaş û pevçûn derket.
Piştî ku agahî ji polîsan re tê dayîn, polîs tên cihê bûyerê û dest li pevçûnê werdidin. Li gorî îfadeyên gelek şahidên bûyerê, ku yek ji wan birayê Arslan e, polîs di bin navê pêşîgirtina li bûyerê de Arslan digirin, bi rû li erdê dirêj dikin û pê li serê wî dikin.
Şahidan dan xuyakirin, ku Arslan ê bi qasî 7-9 deqeyan bi vî rengî li erdê tê dirêj kirin û piştî birayê wî pê dihese nema Arslan hilmê distîne yekser dest li polîsan werdide.
Li ser vê yekê polîs Arslan ji erdê radikin û dibînin nema dilê wî lê dide. Tevî ku li vê derê masaja dil tê kirin jî, Arslan jiyana xwe ji dest dide.
Kato Arslan ê ji civaka Êzidî ku ji malbateke welatparêz tê naskirin, di sala 1984'an de li gundê Tiltirik ê navçeya Riha Wêranşarê ji dayik bûbû, heta 5 saliya xwe li welat jiya û mîna piraniya Kurdên Êzidî ji ber sedemên zor û zehmet di temenê zarokatiya xwe de tevî malbata xwe di sala 1989'an de koçî Elmanyayê kiribû.