Li Qamişlo şer didome
Li bajarê Qamişlo yê Rojava şerê ku bi êrîşa hêzên rejîmê ya li ser Hêzên Asayîşa Rojava û ekîbên trafîkê destpê kir, dewam dike.
Li bajarê Qamişlo yê Rojava şerê ku bi êrîşa hêzên rejîmê ya li ser Hêzên Asayîşa Rojava û ekîbên trafîkê destpê kir, dewam dike.
Li bajarê Qamişlo yê Rojava şerê ku bi êrîşa hêzên rejîmê ya li ser Hêzên Asayîşa Rojava û ekîbên trafîkê destpê kir, dewam dike.Şer bi mudaxeleya şervanên YPG’ê jî li hin nuqteyên aîdî rejîmê dewam dike.
Îro saet nêzî 11.00’an hêza paramîleter a bi navê Difa Wetenî ya girêdayî rejîma Baasê ye, li Zîviroka Sebe Behrad a Qamişlo êrîşî Hêzên Asayîşa Rojava û ekîbên trafîkê kirin. Li ser vê hêzên asayîşê jî mudaxeleyî bûyerê kirin.
Di şer de 8 endamên rejîmê hatin kuştin, 12 birîndar bûn û firina nan a aîdî rejîmê jî hate desteserkirin.
Li ser dijwarbûna şer, şervanên YPG’ê jî ketin dewrê. Têkîldarî encamên şerên li hin nuqteyên rejîmê didomin agahiyên zelal nehatin bidestxistin.