Demîrtaş bang li civaka Tirk kir: Werin, em bi hev re dengê xwe bilind bikin

Demîrtaş, çalakiya "Nobeda Azadiyê" ya ji bo akademisyenên girtî hatiye destpêkirin ziyaret kir. Dermîrtaş bal kişand ku AKP vedigere ‘Tarîqeteke asê’, malên sivîlan û heta mizgeftan bomberdûman dike.

Demîrtaş, çalakiya "Nobeda Azadiyê" ya ji bo akademisyenên girtî hatiye destpêkirin ziyaret kir. Dermîrtaş bal kişand ku AKP vedigere ‘Tarîqeteke asê’, malên sivîlan û heta mizgeftan bomberdûman dike. Demîrtaş, wiha bang li civaka Tirkiyeyê kir: “Zarokên we di darbestan de ne, zarokên wan li ser mêzeyên qumarê ne. Werin, em bi hev re dengê aştiyê bilind bikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, ji bo 4 akademîsyenên ku ji ber îmze avêtibûn deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" hatin girtin, "Nobeta Azadiyê" ziyaret kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş, berî rûniştina akademîsyenan a di 22'ê Nîsanê de, "Nobeda Azadiyê" ya ji bo akademisyenên girtî li ber Girtîgeha Bakirkoyê hatiye destpêkirin ziyaret kir. Demîrtaş berî ziyareta Nobeda Azadiyê malbatên Gezî, malbatên komkujiya Pirsûsê, Dayikên Aştiyê û meclîsa Ciwanan a HDK'ê ziyaret kir. Dîsa dayika Berkin Elvan Gulsum Elvan û Sami Elvan ziyaret kir. Demîrtaş, piştre Nobeda Azadiyê ziyaret kir. Li vir pankartên "Aştî nayê dîlgirtin" û "Aştî wê bi ser bikeve" hatin vekirin. Li ser navê akademîsyenan Latife Akyuz diyar kir ku di 22'ê Nîsanê de wê rûniştina dozê bê dîtin û kesên aştiyê dixwazin tên darizandin. Akyuz, bang li her kesî kir ku beşdarî rûniştina dozê bibin û piştgiriyê bidin akademîsyenan. Demîrtaş jî diyar kir ku niha yên pêwist e girtî bin, lê serbest in û yên pêwist e xelatê bistînin û hêjayî xelata aştiyê ne jî girtî ne. Demîrtaş, anî ziman ku niha 4 akademisyen girtî ne û dixwazin bi tirsê akademîsyenan têxin bin bandora xwe û wiha got: "Dibêjin me bi dawî kir. Divê êdî hûn gel nexapînin. Yek jê kurê wî di darbestê de ye, yek jî kurê wî li ser masa qumarê ye."

Demîrtaş, anî ziman ku akademisyen girtî ne, lê kesên tecawizkar têne xelatkirin û wiha got: "Ger ku îro ne wisa bûya, îro li Cizîr û Nisêbînê komkujî pêk nedihat. Wê îro mijara destnedayînê tunebûya. Niha li dijî HDP'ê 3 partî bûne yek. Lê, em dibînin ku ji bo şer bûne yek. Niha akademisyen xwendekar, rojnameger girtî ne. Lê tecawizkar serbest in. Destdirêjiya li hemberî jinê zêde bûye. Lê, ew zatê li Qesrê gotinekê jî der barê vê yekê de nake. Ji ber di tarîkata wan de dizî, îstismara zarokan, nelirêtî di asta herî jor de ye. Dibe ku wan ji sedî 50 deng wergirtibin, lê ji sedî sed guhenê wan hene.

Ew niha mizgeftan bombe dikin. Bi cenazyên şehîdan propaganda xwe dikin. Bi gotinên "Em kevir li ser kevir serî li ser mil nahêlin" fermana komkujiyê dide. Li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê bi hezaran xanî xera kirin. Mizgeft bi tang û topan xera kirin.”

...