Li Nisêbînê şerên bi dijwar didiomin, li hember taxên berxwedanê jî êrîşên topan pêk tên. Çeteyên Qesrê yên ku dixwazin bikevin 3 taxên cuda, piştî çalakiyên hêzên YPS û YPS-JIN’ê bi neçarî vekişiyan.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê şer bênavber didomin. Li navçeya ku sewqiyata leşkerî dewam dike, li hember taxên berxwedanên êrîşên bi topan û obusan pêk tên. Bi taybet êrîş li hember taxên Abdûlkarîrpaşa, Kişla û Zeynelabidîn pêk tên, hêzên dewletê yên ku rastî çalakiyên YPS û YPS-JIN’ê tên ji bi neçarî ji taxan vedikişin. Tankên ku li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo ya li ser rêya Îpekê hatine bicihkirin jî taxan bi dijwarî didin ber topan û bomberdûman dikin.