Gerîla derbeyên giran li artêşa Tirk dixin: 22 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê di çalakî û şerên li hemberî hêzên artêşa Tirk de 15 jê li Qamûşanê, qasî hate tespîtkirin 22 leşker kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şerên giran ên em li hember êrîşên ku Erdogan, hikûmeta AKP û dewleta Tirk li Kurdistanê li dijî gelê me û tevgera me dimeşîne, bi awayekî hê berfirehtir dewam dike. Hêzên gerîlayên me yên li hember êrîşan çalakiyên mezin pêş dixin, li hember her cure êrîşan bi taktîkên xwe yên şer ên bi bandor têkoşînê mezintir dike.”

LI XETA SÎNORÊ QILEBANÊ ÇALAKÎ DIDOMIN

HPG’ê diyar kir ku li xeta sînorê Qilebanê çalakî didomin, wiha dewam kir: “19’ê Nîsanê saet 06.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên artêşa TC ên li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê û li derdora girê Şehîd Lezgîn ê li xeta sînorê herêma Metîna ya girêdayî Herêmên me yên Parastina Medyayê çalakiyek li dar xistin, lê hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin. Dîsa saet 09.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên li derdora girê Kuroşîno çalakî li dar xistin. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

19’ê Nîsanê saet 10.00’an hêzên gerîlayên me li hember wesayîta zirxî ya Kobra ya hewl dida were girê Kuroşîno bi çekên giran û çekên gerdî çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wesayîta zirxî hate îmhakirin, berbazek jî hate kuştin.

19’ê Nîsanê saet 11.00’an dîsa li hember leşkerên hewl didan bikevin girê Kuroşîno bi çekên giran bersiv hate dayîn û leşker vekişiyan.

19’ê Nîsanê saet 17.00’an dema helîkopterek Kobra ji Şirnexê diçû navçeya Çelê ya Colemêrgê ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hate derbkirin. Helîkoptera Kobra ya derbxwarî neçar maye li qereqola Serbesta ya li xeta sînor dakeve. Her wiha, hêzên me 2 kepçeyên li qereqola Serbasta jî bi çekên giran derb kirine. “

LI ŞAXÊ 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê HPG’ê de ev hate ragihandin:

“19’ê Nîsanê saet 07.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Girê Sûr a li navçeya Şax a Wanê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiya ji 2 baskan pêk hat de; baskê yekemîn 5 leşkerên li derdora qereqolê kom disekinîn hedef girtin û her 5 leşker jî kuştin. Baskê duyemîn jî; qereqol û kule kirin hedef, leşkerekî di kuleyê de kuştin. Çalakî ji bo bîranîna şehîd Hakî Amed û sê hevalên me hate lidarxistin.

Ev 15 rojên dawî artêşa TC li ser rêya Amed-Çewlikê li derdora gundên Qiledar, Kanî Spî, Tillê, Akro û Kopek kemînan datîne.

LI QADA AKDAGÊ ŞER

18’ê Nîsanê li qada Akdag a girêdayî navçeya Darahênê ya Çewlikê artêşa TC bi piştgiriya helîkopterên Kobra de dest bi operasyonekê kiriye, di navbera artêşa TC û hêzên gerîlayên me de şer qewimî. Dema detayên têkîldarî operasyon û şer bêne bidestxistin wê bi raya giştî re bê parvekirin.

LI QAMÛŞANÊ 15 LEŞKER HATIN KUŞTIN

16’ê Nîsanê artêşa TC li bejahiya navçeya Qamûşan a Qersê kemîn danîne. Hêzên gerîlayên me yên ev kemînên artêşa TC ferq kirin bi çekên ferdî û navîn çalakî li dar xistin, bi giştî 15 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Piştî ji mesafeyek nêz hêzên gerîlayên me girek kirin hedef, leşkeran ji neçarî ev gir berdane. Di vî girî de bi giştî 8 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Di çalakiyê de hevalê Şerzan Qodnîş ê di çalakiyê de bi fedaiyane çû ser dijmin û bi lehengî şer kir birîndar bû, piştî rojekê 17’ê Nîsanê gihiştiye şehadetê.

17’ê Nîsanê artêşa TC bi helîkopterên Skorsky li girên qadê leşker danîne û hewl daye operasyonê berfireh bike. Hêzên gerîlayên me ji mesafeyek nêz bi çekên ferdî û navîn li hember komek leşker a wek baskan hewl dan bikevin qadê çalakî li dar xistin, li vir 7 leşker hatin kuştin, 3 birîndar bûn. Artêşa TC a derbeyên giran xwar, yekîneyên xwe yên veşartî berda û hêza xwe ya operasyonê kişandiye.

LI COLEMÊRGÊ OPERASYON DIDOME

Operasyona bejahî ya artêşa TC 16’ê Nîsanê danê êvarî li qadên Talê, Bakê û Bêderkê yên girêdayî Colemêrgê da destpêkirin hê jî dewam dike.

BALAFIRÊN ŞER LI GARÊ DAN

19’ê Nîsanê saet 12.00-13.00’an balafirên şer ên Tirk mintiqa gundê Gûzê yê girêdayî herêma Garê bombe kirine.