Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime
Li Nisêbînê, êrîş û terora dewleta Tirk ev 38 roj in bênavber dewam dikin. Di êrîşên nîvê şevê de bombe li malên li taxa Abdulkadîrpaşa hatin barandin.
Li Nisêbînê, êrîş û terora dewleta Tirk ev 38 roj in bênavber dewam dikin. Di êrîşên nîvê şevê de bombe li malên li taxa Abdulkadîrpaşa hatin barandin.
'Qedexe'ya derketina derve ya ji aliyê Walîtiya Tirk a li Mêrdînê ve di 14'ê Kanûnê de li Nisêbînê hat ragihandin, ev 38 roj in dewam dike.
Li navçeya ku şer bênavber lê diqewimin, êrîşên duh bi şev dijwar bûn heta ber destê sibehê dewam kirin.
Taxa Abdulkadîrpaşa jî bû hedefa top û obusên ji maşînên zirxî hatin barandin. Ji ber vê êrîşê xisar li gelek xaniyan bû.
Maşînên zirxî yên li nêzî herêma nexweşxaneya berê bi cih bûbûn, gule li taxê reşandin. Endamên YPS/YPS Jinê bersiv dan û êrîşa hêzên dewletê şikandin.