BI DÎMEN

Tevî tiyatroya xwe ya anfî ya 4 hezar salî, bajarê veşartî: Xerabajar

Bajarê antîk Xerabajar (Dîkran û Kerta) li qiraxa çemê Xerzanê li herêma di navbera navçeyên Êlih Qûbîn û Hezoyê û navçeya Sêrt Misricê hatiye çêkirin, tevî hemû dagirkerî û şerên lê hatine kirin jî hînê li ser piyan e.

Bajarê antîk Xerabajar (Dîkran û Kerta) li qiraxa çemê Xerzanê li herêma di navbera navçeyên Êlih Qûbîn û Hezoyê û navçeya Sêrt Misricê hatiye çêkirin, tevî hemû dagirkerî û şerên lê hatine kirin jî hînê li ser piyan e.

Xerabajar ê li ser erdekî ji hezaran donimî hatiye çêkirin, tê gotin dema ava bû nifûsa xwe 300 hezar bû. Ev herêma ku weke 'bajarê winda' jî di dîrokê de cih digire, niha weke zeviyê garisan tê bikaranîn.

Xerabajar (Dîkran û Kerta) yek ji bajarên dergûşa mirovahiyê Bakurê Mezopotamyayê ye. Avahî, tiyatroya anfî û kelehên xwe yên ji hezaran salî man e, ji ber bêxwedîtiyê bi tinebûnê re rû bi û ne. Dîroknas Ahmet Erçîn li ser vî bajarê dîroka xwe digihêje hezaran salan beriya niha ji ANF'ê re axivî. Erçîn da xuyakirin, ku ev bajar paytxta civaka Ermenî bû, lê belê ji aliyê hikumdarê Kurd Dîkran û Kerta ve hatiye çêkirin.

BAJARÊ HIKUMDARÊ KURD DÎKRAN

Erçîn got, "Xerabajar (Dîkran û Kerta) Beriya Zayînê di sala 95'an de hat çêkirin. Dema ev bajar hat çêkirin, nifûsa xwe wê çaxê ne zêdeyî 300 hezarî bû. Weke paytexta civaka Ermenî ya li Bakurê Mezopotamyayê bû. Di dîrokê de weke bajarê winda jî tê bilêvkirin. Hikumdarê Xerabajar Dîkran û Kerta, biraziyê Qral Kapadokya ye. Kalkê Ermeniyan e, lê belê ji Kurdên Zîla yê ji Kapadokya hatiye. Di dîrokê de eşîrên mezin ên Kurdan bi navê Zîlan, Zîla, Gurzî hebûn. Ji van eşîran eşîra Zîla ji Pontos heta Amasya, Tokat, Rîze û Trabzonê li herêmek berfireh serdest bû. Ji ber vê yekê Ermenî diçe cem Qralê Kapadokya û ji bo rêveberiyê jê rica dike ku kesekî bide wan. Qralê Kapadokya biraziyê xwe Dîkran ji wan re dişîne. Beriya Zayînê di sala 65'an de li hemberî Romayiyan şerekî giran dikin. Wextekê di destê Romayiyan de dimîne, piştre Sasanî tê ji wan distîne. Agahî nayê bidestxistin ku piştî Sasaniyan dikeve destê kê."

TIYATROYEKE ANFÎ YA 4 HEZAR SALÎ LÊ HEYE!

Hawirdorparêz Alî Yilmaz jî da xuyakirin, ku ji ber bêxwedîtiyê bajarê Xerabajar bi tinebûnê re rû bi û ye û anî ziman, tiştekî balkêş e ku beriya 4 hezar salan tiyatroya anfî lê hatiye çêkirin. Yilmaz got, "Li bajarê Xerabajar, hemû kevir hatine birin. Ji ber ku kes xwedî lê derneket. Herî dawî beriya 20-30 salan bi îdîaya 'defîne lê heye' xebatkarên Karên Avê yê Dewletê bi dozerê dîwarekî mezin xera kirin. Peykerekî 20 metre dirêj, 5 metre bilind ku beriya hezaran salî hatiye çêkirin, xera kirin."

Yilmaz da zanîn, ku qada tiyatroya anfî jî hatiye tinekirin û got, "Lê belê deriyê destpêkê yê tiyatroya anfî hînê heye." Yilmaz destnîşan kir, ku girîngiya gelê vî bajarî berî 4 hezar salan daye hunerê, mirovan matmayî dihêle.

Endamê Komeleya Dildarên Hawirdorê ya Êlihê Hasan Argûna da xuyakirin, ku di sempozyûmeke li ser Xerabajar de gelek biryar hatin stendin û got, "Li qiraxa çemê Xerzanê yê bê serî û binî, gelek bajarên veşartî hene. Mixabin li şûna parastina vê qada ji mîrateya dîrokî, niha weke zeviyê garisan tê bikaranîn."

...