Edîtorê Azadiya Welat Emrah Kelekçîer bang li tevahiya civakê kir ku destekê bide kampanya di 22'ê Nîsanê de ji bo Azadiya Welat tê destpêkirin. Kelekçîer got, "Di vê pêvajoya xwedîdeketina li berxwedana xwerêveberiyê de xwedîderketina li Azadiya Welat xwedîderketina li rûmet, ziman, xwerêveberî û berxwedanê ye."
Rojnameya Azadiya Welat a di sala 1992'an de bi navê Welat dest bi weşanê kir û bi kevneşopiya çapemeniya azad a Apê Mûsa, Gûrbetellî Ersoz û Rohat Aktaş gihaşt roja îro, wê di 22'ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd de bi şiyara "Her mal welatek e" kampanyayekê bide destpêkirin, ku ev kampanya wê mehekê mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax mezin bibe û bê meşandin.
Kampanya ji bo zêdekirina hejmara xwendevanên Rojnameya Azadiya Welat tê destpêkirin. Edîtorê Azadiya Welat Emrah Kelekçîer li ser kampanyayê ji ANF'ê re axivî û got, "Weke ku tê zanîn, yek ji aliyê girîng ê konsepta şer a bi destê medya alîgirê AKP'ê tê meşandin, sezenformasyon e. Weke xebatkarên Azadiya Welat, li dijî van polîtîkayên dezenformasyonê yên bi destê dewletê tên meşandin, bi şiyara 'Her mal welatek e' dest bi kampanyayekê dikin. Ev kampanya wê mehekê dewam bike."
'EM DIXWAZIN RASTIYAN BIGIHÎNIN'
Kelekçîer da xuyakirin ku armanca wan a destpêkê gihandina rastiyan ji bo gel e û got, "Armanceke me ya din jî xwendina Azadiya Welat ji aliyê her kesî ve ye. Di vê çarçoveyê de em Amed weke herêmeke navendî ji bo vî karî destnîşan kir. Ji bo karê xwe bi rêk û pêk û bi hêsanî bimeşînin me Amed jî bi sê herêman weke Peyas, Rezan û Yenîşehîrê dabeş kir. Li van her sê herêman, wê bi pêşengiya hevalên taxan nas dikin, li nava malan bê gerandin û hewl bê dayîn hejmara aboneyan were zêdekirin."
'JI ROJA DESTPÊKÊ HETA ÎRO ME JI KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA AZAD TAWÎZ NEDAN'
Kelekçîer ji bo kampanyayê banga piştgiriyê kir û got, "Girîng e her kes di vî warî de bi berpirsyarî rabin, tevlî kampanyayê bibin, Azadiya Welat bixwînin û bibin abone. Gotinek heye di nava Kurdan de gelekî tê bikaranîn; 'Eger tu ji xwe re dibêje ez Kurd im, wê demê tu bi xwendin û nivîsandina Kurdî jiyana xwe bidomîne!' Di vê çarçoveyê de em weke Kurdên li Kurdistanê divê xwedî li Azadiya Welat derkevin. Ji ber ku Azadiya Welat tê wateya berxwedanê. Weke ku tê zanîn Azadiya Welat di sala 1992'an de bi navê Welat dest bi weşanê kir û bi kevneşopiya çapemeniya azad a Apê Mûsa, Gûrbetellî Ersoz û Rohat Aktaş xwe gihand roja îro. Baş e, ev Kevneşopiya Çapemeniya Azad çi ye? Ev kevneşopî kevneşopiya berxwedan, rûmet û xwedîderketina li ziman e. Lewma di vê pêvajoya xwedîdeketina li berxwedana xwerêveberiyê de xwedîderketina li Azadiya Welat xwedîderketina li rûmet, ziman, xwerêveberî û berxwedanê ye."