Li Şengalê Cejna Çarşema Sor hate pîrozkirin

Di pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a li Şengalê de Edamê Konseya Rêveber a KCK’ê Şengalî axivî û diyar kir ku ti hêz nikare wan têk bibe. Şengalî bang li Êzidiyan kir ku vegerin li ser xaka xwe.

Li Şengalê, pîrozbahiyên cejna Çarşema Sor a ji bo Êzidiyan pîroz e, destpê kirin. YJŞ, YBŞ, YJA-STAR, HPG û bi sedan kes beşdar bûn.

Rêveberiya Federasyonê, TEV-DEM, Saziya Malbatên Şehîdan, Êzidiyên li kampa Newrozê, çapemeniya azad û rojnamevanên ku ji cihên cuda cuda hatibûn, di pîrozbahiyê de amade bûn. Gel bi cil û bergên xwe yên neteweyî ve beşdarî pîrozbahiyê bû. Dîsa hawirdorên ji hunerên cuda cuda jî derketin ser dikê.

BANGA JI BO VEGERA SER XAKÊ HATE KIRIN

Ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û piştre aktivîteyê destpê kir. Endamê Koordînasyona Meclîsa Êzidî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî di aktivîteyê de axivî û bal kişand ser êrîşa fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pîroz kir.

Şengalî qala girîngiya hêza parastinê ya YJŞ û YBŞ’ê kir, bal kişand ku ti hêz nikare wan têk bibe.

Herî dawî Şengalî wiha got: “Gelê Êzidî ferman derbas kir, êdî li Şengalê cejn têne pîrozkirin. Êzidî wê êdî cejna azad li gel hev pîroz bikin. Divê gelê Êzidî vegerin ser xaka xwe. Cejna Çarşema Sor, bi îdeolojiya Rêbertiyê vedigere rojeke nû ya jiyanê. Divê gelê Êzidî sistema hêza xwe ya parastinê hê xurtir bike ku karibe jiyaneke azad ji nû ve ava bike.”

Aktivîte, bi awayekî bi heybet hê jî didome.

...