Gerîlayê HPG'ê Karakaya hate definkirin

Gerîlayê HPG'ê Sabir Karakaya (Nûman Serhed) yê li Mahsertê di şer de jiyana xwe ji dest da, li gundê Dêliklî yê Kopa Mûşê bi girseyî hate oxirkirin.

Gerîlayê HPG'ê Sabir Karakaya (Nûman Serhed) yê li Mahsertê di şer de jiyana xwe ji dest da, li gundê Dêliklî yê Kopa Mûşê bi girseyî hate oxirkirin.

Li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê di 13'ê Nîsanê de gerîlayê HPG'ê Sabir Karakaya (Nûman Serhed) jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Karakaya li Gundê Dêriklî yê Kopa Mûşê bi girseyî hate definkirin. Malbatê cenaze ji morga Nexweşxaneya Qoserê wergirt û li Kopê bi girseyî oxir kirin. Di merasîma cenaze de Hevserokê HDP'a Mûşê Mensûr Işik û Hevserokê DBP'ê ya Mûşê Hatice Çoban jî tê de, bi sedan kes amade bûn. Cenaze bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Rêya Şehîd Rêya Me" hate pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Karakaya li goristana gund bi girseyî hate oxirkirin.