Kampanya îmzeyan a ji bo bidawîbûna krîza li Başûrê Kurdistanê

Ji bo krîza siyasî ya li nava hikûmeta Başûrê Kurdistanê biqede û parlament û komîsyona amadekirina destûra bingehîn ji nû ve bixebitin, kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

Ji bo krîza siyasî ya li nava hikûmeta Başûrê Kurdistanê biqede û parlament û komîsyona amadekirina destûra bingehîn ji nû ve bixebitin, kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

6 rêxistinên civakî yên sivîl li Silêmaniyeyê li hev civiyan û dan xuyakirin ku ew dest bi kampanya îmzeyan dikin û wê vê kampanyayê di nava 10 rojan de li Silêmaniye, Helebçe, Germiyan û Kerkûkê bimeşînin.

Berpirsyarê Rêxistina Ciwanan a Biwêr Bahaddîn Kemal li ser navê rêxistinên civakî yên sivîl daxuyanî xwend û diyar kir, du armancên bingehîn ên kampanyayê hene. 

Kemal got, "Armanca yekemîn; çalakkirina parlamenta herêma Kurdistanê, ya duyemîn jî ji nû ve destpêkirina xebatên komîsyona amadekirina destûra bingehîn e."

Berpirsyarê Komeleya Pêşvebirina Aboriyê ya Xizmên Enfal û Şehîdan Dîlman Kemal jî di axaftina xwe ya li vir de ragihand, li cihê parlament naxebite, qanûn û destûra bingehîn ji holê radibe.

Dîlman Kemal got, "Li welatên demokratîk, parlament li ser rêveberiya welêt xwedî hikum e û qanûn û destûra bingehîn jî ji aliyê parlamentê ve tên amadekirin. Ev qanûn û destûra bingehîn li gorî berjewendiyên gel tên çêkirin. Mafên welatiyan bi destûra bingehîn ve tên parastin. Eger parlament naxebite, hingî qanûn û destûra bingehîn ji holê radibe." Dîlman Kemal diyar kir, di rewşa heyî ya li herêmê de mirov nizanin li hemberî pirsgirêkan serî li ku bidin. 

Kemal da zanÎn, ku ew ê îmzeyên berhev bikin radestî hemû partiyên siyasî û lîderên partiyan bikin.