BI DÎMEN

Til Berakî vegeriyan jiyangehên xwe

Piştî şevanên YPG’ê di 28’ê Sibata 2015’an de Til Berak ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir û mayinên li herêmê paqij kirin, gel vegeriyan warê xwe yên jiyanê.

Piştî şevanên YPG’ê di 28’ê Sibata 2015’an Til Berak ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgarkir, piştre mayînên ku ji herêmê paqij kirin û şûn de gel vegeriyan warê xwe yên jiyanê.

Şervanên YPG’ê di destpêka sala 2015’an de li ser daxwaza welatiyên herêmê dest bi hemleya paqijkirina herêma Til Berek a ji çeteyên DAÎŞ’ê kirin. Di encamê de di 28’ê Sibata 2015’an de bajarokê Til Berek ji çeteyan hate paqijkirin.

Piştî ku hêzên YPG’ê bajarok ji mayîn û bermahiyên çeteyan paqij kirin, rûsipiyên êlên Til Berek û Hêzên YPG’ê ragihandin ku herêm hatiye paqijkirin û gotın di 20’ê Nîsanê de welatî dikarin vegerin cih û warên xwe. Li ser vê yekê jî welatiyan îro dest bi vegerê kirin.

Ji saetên serê sibehê ve zêdetirî 1200 welatiyên herêma Til Berekê vegeriyan cih û warên xwe. Welatiyên ku vegeriyan li qada sereke ya bajarok kom bûn.

Li vir jî piştî ku ji bo bîranîna hemû têkoşerên di berxwedana Til Berek de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hate girtin. Li ser navê Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM’ê ê li Kantona Cizîrê Ehmed Hemî û li ser navê Asayîşa Til Berekê Axîn Hesen axivîn. Di axaftinan de vegera welatiyan hate pîrozkirin.

Axaftvanan diyar kirin ku li ser daxwazên welatiyên herêmê, bajarokê Til Berek hat rizgarkirin û hat gotin ku wê welatiyên bajarok komun û meclîsên xwe ava bikin û bi xwe, xwe bi rê ve bibin.

Endama Asayişa Til Berek Axîn Hesen jî axivî û soza parastina hemû pêkhateyan û jiyana hevbeş da.

Welatiyên ku vegeriyan jî spasiyên xwe ji bo hêzên parastina Jin (YPJ) û Hêzên Parastina Gel (YPG) yên ku herêma wan ji çeteyan rizgar kirin û ewlehî vegerandin anin ziman.