Qeymeqamê Tirk ê li Wêranşarê 36 kesên tevlî sersaxiya gerîla bûn ji kar derxist
AKP û amîrên mulkî ku nûnerên wê yên li Kurdistanê ne, 36 karkerên taşeron ên li wargeha ji konanan a li Wêranşarê dixebitin, ji ber ku tevlî merasîma sersaxiyê ya ji bo gerîlayekî HPG'ê bûne, ji kar derxistin.
ANF
RIHA
pêncşem, 21 avrêlê 2016, 07:22
AKP û amîrên mulkî ku nûnerên wê yên li Kurdistanê ne, di çarçoveya dijminatiya xwe ya li gelê Kurd de, 36 karkerên taşeron ên li wargeha ji konanan a li Wêranşarê dixebitin, ji ber ku tevlî merasîma sersaxiyê ya ji bo gerîlayekî HPG'ê bûne, ji kar derxistin.
Xweranegirtina amîrên mulkî yên dewleta Tirk roj bi roj zêde dibe. 36 karkerên taşeron ên li wargeheke ji konan a di bin sîwana qeymeqamtiya Tirk a li Wêranşarê dixebite, ji ber ku tevlî merasîma sersaxiyê ya gerîlayekî bûne, bi fermana qeymeqam ji kar hatin derxistin.
Bûyer çend roj berê qewimî. Tevî welatiyekî li wargeha ji konan dixebite û birayê wî di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da, 36 karkerên taşeron ji kar hatin derxistin.
Tevlîbûna karkeran li merasîma sersaxiyê weke sedema derxistina ji kar hat nîşandan. Rojek piştî tevlîbûna li merasîma sersaxiyê, karkeran ji bo karê xwe bidomînin danê sibehê berê xwe dan wargehê, lê destûr ji wan re nehat dayîn, derbas bibin. Heqê karkeran ê ku diviyabû di nava mehekê de bihatina dayîn jî ji ber heman sedemê nehat dayîn.
Karkerên taşeron ên ji kar hatin derxistin, helwesta qeymeqamê Tirk weke dijminatiya li Kurdan nirxandin. Karkeran destnîşan kirin, ku desthilatdariya AKP'ê wê nikaribe pêşî li xwedîdekertina wan a li nirxan bigire.