Bi wêneyan avahiya ku ji 30 çeteyên Qesrê re bûye gor
2 wêneyên aîdî avahiya 8 qatî ya li Şirnexê dema çeteyên Qesrê ketinê hate teqandin û beşek wê hilweşiya, gihişt ber destên me. Di wêneyê ji aliyê gel ve hatiye kişandin de texrîbata di beşa pişt a avahiyê bi çavan tê dîtin.
ANF
ŞIRNEX
çarşem, 20 avrêlê 2016, 17:02
2 wêneyên aîdî avahiya 8 qatî ya li Şirnexê dema çeteyên Qesrê ketinê hate teqandin û beşek wê hilweşiya, gihişt ber destên me. Di wêneyê ji aliyê gel ve hatiye kişandin de texrîbata di beşa pişt a avahiyê bi çavan tê dîtin.
Li gor çavkaniyên herêmî, ji avahiyê gelek cenaze û birîndar hatine derxistin, li gor çavakaniyên dewleta Tirk jî berbazek û çawîşekî pispor mirine, 4 çeteyên Qesrê jî birîndar bûne. Koordînasyona giştî ya YPS’ê jî da xuyakirin ku di vê avahiya hilweşiyayî de bi dehan çeteyên Qesrê mirine.
Her wiha, ji saetên sibehê ve şer li taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê zêde bûne. Hate dîtin ku hemwext li her du taxan jî bombekirin zêdetir bû.
Li derdora taxa Bahçelîevlerê jî cih bi cih şer dewam dikin, li hember taxê bombekirinên bi obusan didome.
Ji saetên nîvro ve şer li Taxa Yenî jî giran bû. Bi wesayîtên zirxî yên li derdora Goristana Vakifkentê ve tax tê gulebarandin.
Di domahiya rojê de li bajêr tevgera ambûlans û helîkopteran nesekinî.