Rola ciwanan a di Federaliya Demokratîk de hat vegotin
Li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê, li ser rola ciwanan a di nava sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, semînerek hat lidarxistin.

Navenda Ciwanên Rojava ya Hesekê ji bo nirxandina rola ciwanan a di nava sîstema federaliya demokratîk de, semînerek lidar xist. Semîner bi beşdariya bi dehan ciwanan li Dibistana Bazirganiyê ya taxa Kelasê ya Hesekê pêk hat.
Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Bêrîvan Ehmed li vir axivî û destnîşan kir, ku rola ciwanan a di nava sîstema federaliya demokratîk de rola pêşengiyê ye. Bêrîvan Ehmed bang li hemû ciwanan kir ku bi awayekî çalak beşdarî karê bicihanîna vê sîstemê bibin.
Piştre ciwanan pirsên xwe li ser sîstemê kirin û qisekeran jî bersiv dan.