Roj li Kerkûkê bi rengekî bedewtir diçe ava

Gerîlayên YJA Starê yên li Kerkûkê, her roj bi baldarî li çûyîna ava ya rojê temaşe dikin.

Gerîlayên YJA Starê yên li Kerkûkê, her roj bi baldarî li çûyîna ava ya rojê temaşe dikin.

Gerîlayên YJA Starê dibêjin, li Kerkûkê roj bi rengekî bedewtir diçe ava. Her carê bi hesteke cuda, bi nêrîneke cuda li çûyîna ava ya rojê temaşe dikin. Tevî wateya hilatina rojê balê dikişînin ser wateya çûyîna ava ya rojê. Gerîla destnîşan dikin, ku her çûyîna ava mizgîniya hilatina rojê ye.

'ROJ LI WELATÊ ME XWEDÎ WATE Û TAYBETMENDIYEKE CUDATIR E'

Ji gerîlayên YJA Starê Tolhildan Cûdî işaretê bi êşên giran ên ji her alî ve li Kurdistanê hatine kişandin û dibêje, "Li vî welatî bi salan e şer heye. Bêguman vî şerî êşên giran bi xwe re anî. Lewma em li vê xakê, ji bo hatine rojên azad û aştiyane, têdikoşin. Lewma hilatina rojê li ser vê xakê, coş û hêviyeke cuda dide me. Di heman demê de çûyîna ava ya rojê hesreta bi rojê der dike. Mizgîniya hilatineke nû ye. Lewma kengî ez li vî dîmenî temaşe dikim, tê bîra min ku jiyan bi hêviyê heye."

...