Engîn: Mûsil ji bo qedera Kurdan xwedî girîngiyeke mezin e

Engîn bal kişand ser hesabên desthilatdariyê yên li ser Mûsilê tên kirin û destnîşan kir, ku serketina Kurdan a li Mûsilê dikare polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salan ji holê rake

Engîn bal kişand ser dewlemendiya erdnîgarî û çandî ya Mûsilê û diyar kir, hebûna Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzidî, Asûrî-Keldanî ji aliyê olî ve jî Mûsilê dike bajarekî dewlemend. 

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn, girîngiya Mûsilê ji aliyê erdnîgarî ve û operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê bê lidarxistin, ji ajansa me re nirxand.

Mûsil di hemû serdemên dîrokê de ji bo Rojhilata Navîn xwedî wate û girîngiyeke mezin e. Hûn vê rola Mûsilê ku îro jî dewam dike, çawa dinirxînin?

Roja îro gelek plansazî ji bo li wir tê kirin. Hinek gotin hene dibêjin qedera Kurdan hinek bi operasyona Mûsilê ve girêdayî ye. Eger gotinên wisa mezin tên kirin divê mirov li dîrokê binêrin, bê rola Mûsilê çi bû. Di nava herêma Nînova de cihê xwe digire. Di serdemên bihurî yên dîrokê de Nînova paytexta Asûriyan bû. Dema mirov dikevin nava bajarê Mûsilê, bi rastî jî bêhna dîrokê jê tê. Îhtîşama xwe pir bilind e, muzeyên wê hene, cihên ji Asûriyan mane hene. Tevî ku DAIŞ niha bi kiryarên xwe ve di rojevê de ye, lê di dema Saddam de jî zerareke gelekî mezin li Mûsilê hat kirin. Me bi çavên xwe dîtin, ku di dema Saddam de gelek dever hatine binaxkirin. Ax rijandine ser gelek deverên dîrokî, berhemên dîrokî. Bi tenê hin derî û çend peykerên şêrên ji dema Asûriyan man e. Balkêş e, dema DAIŞ ket Mûsilê yên mayî jî hilweşand. Hemû berhemên dîrokî yên li wê derê hatine hilweşandin. Gelek muzeyên lê hatine hilweşandin. Xuya ye Mûsil ji ber lewmendiya xwe ya dîrokî gelek caran bûye hedef.

KÎ HATIYE, MÛSIL DAGIR KIRIYE

Li ser Mûsil kurt jî be mirov dikare van bêjin. Lê belê cihê Mûsil cihekî gelekî stratejîk e. Dîcle di nava Mûsilê re derbas dibe. Ev tê çi wate yê; belê ev tê wê wateyê ku cihekê hatin û çûyîn lê pir zêde ye. Yanî navendek e. Îro jî mesele, yanî berî vê çend salan hejmara nifûsa Mûsilê çar mîlyon bû. Bajarekî pir mezin bû. Wekî din, bi rastî jî pir mizgeft û dêr lê zêde bûn. Her wiha bajarekî pir reng e. Li Mûsilê Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzidî, Asûrî û Keldanî hene. Ev rengînbûyana gelan a di nava Mûsilê de dihêle ku di warê ol de jî xwedî dewlemendiyek mezin be. Wekî din Şebek jî hene, li wê herêmê dijîn. Ji aliyê pêkhateyan ve xwedî dewlemendiyeke xurt e. Ev di heman demê de rengekî xweş ên Rojhilata Navîn e. Lê mixabin hinek tişt çêdibin. Di her serdemê de kî hatiye, ew der dagir kiriye. Di demên kevin de mînak; Asûrî lê dijiyan. Piştre di komkujiyan re derbas bûn. Dûre nifûsa Kurdan lê zêde bû. Bi taybetî Nûrettîn Zengîn di sala 1120'an de hatiye li wir bi cih bûye. Li ser vî esasî Tirkmen li wir zêde dibin. Her carê demografiya Mûsilê ji aliyê hêzên dest danîne ser ve hatiye guhertin.

ÎNGLÎZAN PIŞTÎ AGIRBESTA MONDROS, MÛSIL DAGIR KIRIN

Mînak di dema Saddam de piştî 70’î û şûn de Ereb dikevin wir. Ev Ereb kîjan Ereb in? Erebên Bedewî ne, Erebên çolê ne. Yanî yên ku bi bîrdoziya neteweperestiyê tên wan deran, dibin sedem ku Mûsil bibe bajarekî Ereban. Pir balkêş e di belgeyên di destên me, piştî şerê cîhanê yê yekemîn, nîqaş çêdibin. Di sala 30'ê Cotmeha 1918'an de Îngilîz bi Osmaniyan peymanekê mor dikin û ji vê re jî 'Agirbesta Mondros' tê gotin. L gorî vê morkirinê Mûsil dikeve destê Osmaniyan. Ji ber ku Osmanî wê demê li Mûsilê bûn. Ji ber vê yekê Mûsil li gorî wê peymanê dibe ya Osmaniyan. Ev yek pir girîng e. Di vê peymanê de tişteke girîng a din jî, yanî eger xeteriyek, an jî êrîşek hebe dikarin xwe biparêzin û dest deyne ser hemû tiştan. Di encamê de Îngilîzan piştî agirbesta Mondros Mûsil dagir kirin. Mînak di wê demê de li gorî belgeyên heyî nifûsa Kurdan pir zêde ye. Di hin belgeyan de qala 150 hezar Kurdan dikin. Heta dema Îsmet Înonu diçe Lozanê dibêje '256 hezar Kurd in 146 hezar jî Tirkmen in yanî em giştî dikin 400 hezar.' Yanî Kurdan jî li ser xwe dihesibînin. Nûfûsa Kurdan pir zêde bû.

Çiqas Kurd mane, Gelo ji sedî bîst heye?

Na tine ye. Yanî kê Mûsil dagir kir, tişta destpêkê kir, guhertina demografiya bajêr bû. Osmaniyan ji aliyê xwe e guhert. Saddam ji aliyê xwe ve guhertiye. Her kî hatiye guhertiye. Hinek hatine sirgûnkirin. Hinek dane revandin. Di dema Saddam de tê gotin ku Kurd nikarin li wir bazirganiyê bikin, pêwîste bazirganiya wan di Eer ereban de bê kirin. Yanî dema kargerî bikin di ser Ereban de bikin. Ev hemû rê û rebazên ku demografiya heyî biguherin. Di encamê de yê ku herî zêde zerar dîtiye kî ye? Kurd e. Bala xwe bidinê dema em qala Mûsilê dikin pir kes niha qala bajarekî Kurd nake. Çima nake ji ber ku şerê cîhanê yê yekemîn şûn de peyder pê nifûsa Kurdan li Mûsilê hat kêmkirin. Berî DAIŞ'ê yên li wir mayîn kî bûn, ew Kurdên ku ji ber Berzanî reviyan bûn. Yanî Kurdên ku piştre çûbûn e. Kurdên ku berê li wir jiyan e bi awayekî zordarî ji wir hatine derxistin. Mînak weke Kurdên eşîrên Zêbariyan, Herkiya, Sûrçiya, Rêkaniya û Dostkiya evana çi bûne, yên nakokiyê wan li gel eşîra Barzaniyan heyî û reviyane Mûsilê ne. Demografiya guhertine zirar jî kurd dîtîne. 

RENGÊ ROJHILATA NAVÎN RENGÊ MOZAÎK E

Ewqas gel çawa bi hev re jiyan e?

Tevneke Rojhilata Navîn heye. Kesên ku Rojhilata Navîn nas nakin projeyên cuda pêş xistine. Li gorî xwe plansazî çêdikin, li gorî plansaziya xwe jî têşe didin demografiya heremê. Rengê Rojhilata Navîn rengê mozaîk e. Mûsil nimûneyeke xweş e, mînaka Kerkûkê jî wisa ye. Evna mozaîk in. Pirrengiya Rojhilata Navîn dema ku dixwazin bikin yek rengî tevna wê diguhere. Dema derbasî yek rengî dibe, şer destpê dike. Rengê Rojhilata Navîn ê xwezayî konfederalîzm e. Pir gel di nav de dijî. Mînak li Kerkûk bi her zimanî tê axaftin. Ev erdnîgarî wisa ye ku gelên din jî dikarin di nav de bijîn. Mûsil jî wisa ye lê dema ku destwerdan lê çênebe.

SEDEMA QEDERA ME YA KURDAN A SEDSALAN BI MÛSILÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Çiqas desthilatdar nexwazin jî gel dikarin bi hev re bijîn?

Çiqas desthilatdar bixwazin yek destî ava bikin jî dîsa jî pir rengî ye. Herî zêde kengî bi Mûsilê lîstin? Di dema şerê cîhanê yê yekemîn de Mondoros çêbû. Di sala 1916'an de Scykes-Picot hat çêkirin. Mûsil ji Fransa re hiştibûn, lê Îngîlîza dîtin li wir petrol heye wekî din jî dewlemende li ser wê tifaqên cuda çêkirin. Di encamê de Îngilîzan dest danîn ser Mûsilê. Tiştek şaş tê fêm kirin; dema em dibejin Mûsil pêwîste weke bajarekî neyê fêm kirin. Di dema Osmaniyan de Iraq a îro ji sê wîlayetan pêk dihat. Wîlayetên Mûsil, Basra û Bexda. Duhok, Zaxo, Hewlêr di nava Mûsilê de bûn. Silêmanî û Kerkûk jî di nav de bû. Mûsil navenda van deveran bû. Mûsil hemû Kurdan eleqedar dike, sê kuçê sînorê Rojava û bakur e. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn, dewlata Tirk ji sala 1920'an û pê ve, di heyştê meha yekê de sonda neteweyî misak-i millî çêkirin. Mûsil Kerkûk jî tê deye. Îngîlîz bi hîleyeke mezin ketin ser rê. Dema ku ketin bajarê Mûsil hîn bêhtir derfet çêbû ku lêkolîn bikin. Dîtin ku eyaleta Mûsil rastî jî pir dewlemend e. Bi taybetî Kerkûk û Mûsil bi xwe. Sedema qedera me Kurdan a sedsalan bi Mûsilê ve girêdayî ye. Înkar îmhaya ku li ser Kurdan çêbû bi Mûsil ve girêdayî ye. Gotin ku goşt ê min hestû ê te; Kerkûk û Mûsil ji min re, Kurd jî çi dibe bila bibe. Ji bo Mûsil Kerkûk bigrin hîn sevr’ê da destpê kirin. 

Hêzên ku dixwazin derbasî Mûsil bibin ne ku nikarin bikevin lê dibejin ka Mûsil yê bikeve destê kê. Niha DAIŞ di nava Mûsilê de ye. Piştî şerê cîhanê yekemîn qediya, kengî qediya 5'ê Hezîran 1926'an ango heşt sal şûnde, 8 salan şerê 'kî wê Mûsilê bigire' dewam kir. Niha DAIŞ di nava Mûsilê de ye. Kê DAIŞ xist Mûsilê? Her kes dizane ku Tirkan DAIŞ xist Mûsilê. Wekî din, ev kî ne? Endamên berê yên rejîma Saddam ango Baasiyên berê ne. Gelek caran xwestin operasyonekê li hemberî Mûsilê çêbikin. Lê Tirk dibêje; Mûsil a ma ye.

Çima dibêje yê me ye?

Li gor peymanên Lozanê tifaq hat çêkirin. Eger rojek li rojan Iraq belav bibe wê demê mafê Tirkan heye ku li ser îddîa bikin. Ango dibêjin mafê me heye ku em bikevin Mûsilê. Kurd jî îddîaya xwe heye, Iraq jî îddîaya xwe heye dibêjin Mûsil wîlayeta me ye. Piştî Bexda bajarê herî mezin e. Amerîka jî dibêje bisekinin ez şefê giştî yê Rojhilata Navîn im. 

MÛSIL BAJAREKÎ KURDAN E

Dema Mûsil rizgar bû wê teslîmî Iraq bikin?

Piraniya rêveberiya Iraqê Şîa ye. Malîkî bi siyaseta xwe ya şaş Iraq perçe perçe kir. Pir zêde Şîa da pêş. Sûnî qet neda ber çavê xwe. DAIŞ ket navê û hêzên din ketin navê û Iraq perçe kirin. Tirk niha li Başîka leşkerê xwe daniye. Em eşkere bêjin: Tirkiyeyê DAIŞ biriye wê derê. Tirk û DAIŞ weke hev in cudabûn di nava de nîne. Hemû kes ditirse dibêjin Tirk bikevin dernakevin. Ev hêzeke tevlîhev e. Di nava kurdan de gotinek heye dibêjin; dara hewdelê hemû tiştan nav hevdû dixe tevlîhev dike. Tirk rolekî wiha dilîzîn. Qet ne diyare ku rojekê DAIŞ riya xwe biqusîne û hemû bibin leşkerên Tirk. Niha Sûniyan hêza xwe ya mîlîsan çêkirine. Tirk bi rêxistin dikin, behsa 2 hezar çek dikin. Îhtîmaleke hîn zedetir be. Barzanî dibêjin em ê têkevin. Pir eşîr li wir hene, berê nakokiyên wan hebûn. Dibêjin em ê operasyon bikin an em ê bi ser kevin an em ê winda bikin. Saddam çiqas hêzên neteweperest, nijadperest hebin xistiye Mûsilê. Niha jî nîqaşek pir kûr heye; ka kî wê tevlî operasyonê bibe. Siyaseta Amerîka û Tirkan a ji bo Mûsilê ne weke hev e. Ji xwe dibêjin YBŞ xwe wekê hêza Apoger dihesîbîne, nêzî PKK'ê ye naxwazin tevlî bibe. Hesabê Tirkan û Amerîka li Mûsilê hev nagire.

Çi dibe bila bibe şerê li Mûsil diqewime, encamê ku di Mûsil de derbikeve Kurdan pir eleqedar dike. Eger Mûsil rê û rêbazên din yanî ji DAIŞ'ê were paqijkirin, siyaseta dewleta Tirk a înkar û îmhayê nêzî wir neke, dibe ku Mûsil perdeya înkara li ser Kurdan biçirîne. Pêwîste em hemû Kurd bi baldarî operasyona Mûsilê bişopînin. Dibe ku îro nifûsa Kurdan pir zede tê de nemaye, lê ji aliyê Esasî ve Mûsil bajarekî Kurdan e. Mûsil bi rastî jî ji bo Kurdan roleke xwe ya girîng heye. Pêwîste em hîn bi berpirsyarî nezî bajarê Mûsil bibin.