Berxwedana Elewiyan belav dibe: Li Pazarcix û Narliyê wê dikan neyên vekirin

Berxwedana Elewiyan a li hemberî kampa AFAD'ê ya ji bo çeteyan tê çêkirin, roj bi roj mezin dibe. Di vê çarçoveyê de wê sibe li Pazarcix û Narliyê dikan neyên vekirin.

Elewî wê li Pazarcix û Narliyê li dijî kampa AFAD'ê dikanên xwe venekin.

Berxwedana Elewiyan a li hemberî kampa AFAD'ê ya ji bo çeteyan tê çêkirin, roj bi roj mezin dibe. Di vê çarçoveyê de wê sibe li Pazarcix û Narliyê dikan neyên vekirin.

Berxwedana Elewiyan li hemberî kampa AFAD'ê ya li Terolarê ji aliyê AKP'ê ve ji bo çeteyan tê çêkirin, di roja 24. de ye. Desteka ji bo berxwedêran roj bi roj zêde dibe. Civata Elewî wê di çarçoveya vê berxwedana xwe de Li navçeya Pazarcixê û piştre jî li bajarokê Narli derabeyên dikanên xwe venekin. Elewiyên li Mala Cem a Terolarê li ber xwe didin dan xuyakirin, ku heta çêkirina kampê bê sekinandin û biryar bê betalkirin, ew ê berxwedana xwe bidomînin.

QIRKIRIN Û KOÇBERKIRINA BI ZANEBÛN

Elewiyên ku di sala 1978'an de li Mereşê hatin qetilirin, bi fikar in ku bicihkirina çeteyan li qadên wan ên jiyanê, careke din bên qetilkirin. Elewî bibîr dixînin ku li herêma nifûsa xwe 3-4 hezar e, tê xwestin 27 hezar penaber werin çêkirin û destnîşan kirin, ku ev yek polîtîkayeke bi zanebûn a qirkirin û koçberkirinê ye.

Berxwedêran bang li hemû Elewiyan kirin ku destekê bidin berxwedana wan.