Li Sêrtê çalakî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin ku di çalakiya gerîla ya li Sêrtê de 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser şerê di 17'ê Nîsanê yê li Sêrtê qewimî de ev agahî da:

“ 15 Nîsanê artêşa Tirk li navçeya Xizxêrê (Şîrvan) ya Sêrtê li derdorê girê qereqola Îskambu operasyonek dan destpêkirin. 17’ê Nîsanê hêzên me li hember hêzên artêşa Tirk ên ku li derdorê girê qereqola Îskambu derketibûn operasyonê çalakiya sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de bi zelalî 2 leşker hatin kuştin. Her wiha dema leşker vedikişiyan jî 6 kisên cenazeyan jî bi xwe re birin. Piştî çalakiyê helîkopterên Kobra derdora saetekê herêm bomberdûman kirin û her wiha ji qereqolên Îskambu û Verqanis jî çiyayê Sîser û Kurîs bi hawan û topan dan ber bombeyan. Ev çalakiya ji bo biranîna rêhevalê mê Xemgîn Koçer ê li Mûşê gihişte şehadetê hate lidarxistin."